Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Benazîr: Em li dijî şîdeta mêr serî hildidin 2019-11-12 09:15:01   Safiye Alagaş   STENBOL - Meclîsa jinan a HDP’ê , di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li ser Jinan wê dakeve qadan. Endama Meclîs û Koordînasyona Jinan a HDP’ê Benazîr Coşkun diyar kir ku wê siyaseta jinê li her derê Tirkiyeyê bikin xala rojeva sereke û got wê di 25’ê mijdarê de bi dirûşma ‘Em li dijî şîdeta mêr serî hildidin’ li qadan bin.   Endama Koordînasyon û Meclîsa Jinan a HDP’ê Benazîr Coşkun, da zanîn ku wê di 25’ê Mijdarê de li qadan bin û got li dijî polîtîkayên şîdet, faşîzm û şer di nava têkoşînê de bin. Benazîrê destnîşan kir ku şer û faşîzm di nokteya esas a polîtîka dewletê de cih digire û got: “Gotina ‘Ez dixwazim bijîm’ bûye qêrîna hemû jinan. Em di pêvajoyeke ku kuştinên jinan veguherîne qirkirina jinan, de derbas dibin. Tevî ku divê ji bo vê ceza bê dayîn, çapemenî, polîs, daraz berovajî vê rê dişopînin.Em dibînin ku di encamên polîtîkayên desthilatdariyê de cînayet pêk tên. Di cezayên li kujeran tên birîn de ceza tên daxistin. Di encama polîtîkayan de saziyên jinan, stargeh hatin girtin. Komeleyên jinan hatin girtin.”   ‘Di kuştinên jinan de rêbaza DAIŞ’ê heye’   Benazîrê wiha got: “Bi şerê li hember Kurdan tê meşandin faşîzim mezin dibe. Îro li Tirkiyeyê rêbazeke DAIŞ’ê ya qetilkirina jinan heye.Em rêbazên qetilkirina hovene dibînin.”   ‘Jin rast e rast hedef hatin girtin’   Benazîrê wiha dawî lê anîn: “Di pêvajoya qeyûman a dema berê de hevşaredar hatin girtin. Sazî hatin girtin. Niha jî bi hinceta pergala hevserokatiyê qeyûm hatin tayînkirin. Em wek Meclîsa Jinan a HDP’ê dest ji hevserokatiyê bernadin. Em niha li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Mersînê bi rêxistina ‘Em bi hev re xurt in’ 25’ê mijdarê pêşwazî dikin. Em ê têkoşîna xwe bidin.”