Serpîl Kemalbay: Dem dema çalakiyê ye 2019-11-09 09:12:34   Rengîn Azîzoglu   AMED - Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay pêvajoya dawî nirxand û da zanîn ku dem êdî ne dema gotinê ye û wiha got: “Kurd azad nebin jin jî kedkar jî nikarin azad bin. Ger Mûnzûr Heskîf ne azad be, Çiyayên Kaz jî ne azad in. Rizgarî bi hev re dikare pêk bê.”   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, der barê tayînkirina qeyûman, êrîşên li hember pergala hevserokatiyê û operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.   Serpîlê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê ji sala 2015’an heta niha krîza aborî û siyasî tê jiyîn û wiha got: “Di serî de gelê Kurd û hemû aliyên demokratîk yên civakê Tirkiyeyek cuda dixwazin. Her ku têkoşîna demokratîk mezin dibe, azadiya gelê kurd û daxwazên jinan a wekheviyê zêde dibe, hewldana şikandina tê kirin û ev jî 10 salan carê xwe bi darbeyan heyî dike. Desthilatdarî ji 7’ê hezîrana 2015’an heta niha polîtîka tasfiyekirina HDP’ê dimeşîne. Modela demokrasiyê ya me ava kiriye li dijî tabloya reş a ku Tirkiyeyê hatiye afirandin e. Li aliyekî partiyeke ku ji bo pêşeroja gelan bi hêvî ye heye li aliyê din jî partiyeke xwînmij û îmhayê dike heye. Pevçûna van her du aliyan heye. Ji ber vê êrîşê polîtîkaya me dikin.”   ‘Dema mezinkirina têkoşînê ye’   Serpîlê da zanîn ku HDP li Tirkiyeyê di têkoşîna demokrasiyê de modelek girîng e û wiha pê de çû: “HDP’ê di hemû xebatên xwe de ev bi cih kiriye. Di 2016’an de bi tayînkirina qeyûman re hemû saziyên jinan hatin girtin. Hemû qadên der barê jinan de hatin tasfiyekirin. Di cara duyemîn a tayînkirina qeyûman de pergala hevserokatiyê hedef hat girtin û hewl dan bê îtîbar bikin. Sê hevşaredarên me yên jin hatin girtin. Di dosyayên wan de em dibînin kunûneriya wan ya siyasî hedef hatiye girtin. Li dijî faşîzmê dem dema mezinkirina têkoşînê ye.   ‘Li Rojava sûcê şer hat kirin’   Serpîlê bal kişand ser êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Yekane tiştê AKP-MHP’ê li ser piyan digire hewldana dagirkirin û şer e. Ev blok li Sûriyeyê niha di xizmeta hêzên navneteweyî de ye. Li Rojava sûcê şer hat kirin.Bi hêzên çekdarî yên wek DAIŞ’ê re li wir li hember sivîlan sûc tê kirin. Çekên kîmyewî tên bikaranîn. Polîtîkayên li Rojava li hember destkeftyên Kurdan e.”   Serpîlê di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: “Kurd azad nebin jin jî azad nabin. Kedkar jî azad nabin. Mûnzûr jî azad nabe, Heskîf, Çiyayên Kazê azad nabin. Rizgarî bi yekbûnê pêkan e. Me heta îro gelek tişt bi dest xist. Divê ji vir şûnde jî em li cem gelê Kurd cih bigirin û li dijî darbeya qeyûm dengê xwe bilind bikin. Divê em deng bidin Rojava.Em dikarin bi hev re bi ser bikevin.”