‘Em di mijara hevserokatiyê de bi israr in’ 2019-11-08 09:21:45   Fîlîz Zeyrek   EDENE - Endamên Meclîsa Jinan a Edenê ya HDP’ê bertek nîşanê tayînkirina qeyûman a ji bo şaredariyên bajarê mezin yên Wan, Amed û Mêrdînê û şaredariyên din dan û gotin: “Ev êrîşek li dijî nûneriya jinan e. Wê tu car nikaribin têkoşîna mafdar a jinan biqedînin. Em di pergala hevserokatiyê de bi israr in. Em ê heta dawî xwedî lê derkevin.”   Ji bo 3 jê şaredariyên bajarên mezin, bi giştî 14 şaredariyên HDP’ê qeyûm tayînî wan hat kirin û wek hincet jî ‘hevserokatî’ hat nîşandan û hevşaredar jî hatin girtin. Endamên Meclîsa Jinan a Edeneyê ya HDP’ê diyar kirin ku di hedefa qeyûman de nûneriya jinan heye û gotin hevserokatî xeta wan ya mor e.   ‘Saziyên jinan hatin girtin’   Saniye Seçgîn bi lêv kir ku tayînkirina qeyûm tê wateya têkbirina îradeya Gelê Kurd û xespkirina mafê hilbijartinê. Saniyeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek ji armanca qeyûman ev bû ku pêşiya têkoşîna jinan bê girtin. Qeyûman ewil saziyên jinan girtin. Ewil nirxên jinan desteser kirin. Êrîşa li dijî pergala hevserokatiyê li dijî nûneriya wekhev e. Ji bo ev maf bên qezenckirin jinan têkoşînên mezin dan. Em vê êrîşê qebûl nakin. Çi ji destê me bê em ê bikin. Hevserokatî xeta me ya mor e.”   ‘Bila jin bên di rêveberiyan de cih bigirin’   Suzan Kiliç anî ziman ku jinên kurd di têkoşînê de tu car destur nedane êrîşan û di pergala hevserokatiyê de bi israr bûne û got: “Jin beriya her tiştî di partî û saziyên xwe de cih digirin û xwe xurt dikin. Bi taybet divê siyaseta hevpar bê meşandin. Ger îro em bi hevpar tevnegerin wê êrîşên li dijî jinan jî xurt bin. Bi mehane avahiya partiya me xistine dorpêçê. Sedema vê jî ev e ku HDP’ê tenê bihêlin. Lê bila vê bizanin ku HDP partiya gel e. Bi dehan pêkhateyên wê hene. HDP her ku zext mezin dikin, ew jî mezin dibe.”   Berîvan Gokalp jî wiha got: “Dema berê jî qeyûm tayîn kirin lê tercîha gel neguherî. Tişta ku wê rojê bi ser nexistin wê îro jî biser nexin. Em ê heta dawî hevserokatiyê biparêzin. Bila zextxwir vê baş bizanin. Yên duh bi ser neketin wê îro jî biser nekevin.Em  ê jin qeyûman ji şaredariyên xwe derxin û dîsa pergala xwe ya hevserokatiyê bixin jiyanê.”