‘Ger axa lê dijîm bê parvekirin, mafê min yê îtîrazê heye’ 2019-11-08 09:19:22   ÎZMÎR - Hevberdevka HDK'ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz, diyar kir ku êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, krîz, koçberî û newekheviyê jî bixwe re tîne û da zanîn ku ji vê tezkereya şer ku hat erêkirin 4 partî berpirsin. Ayşeyê her wiha da zanîn ku der barê êrîş û encamên wê de wek HDP’ê sempozyumek ji 2 rojan pêk tê amade kirine.   Tirkiyeyê di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin û zarok jî têde bi sedan sivîlî jiyana xwe ji dest dan bi sedhezaran mirov ji cihê bûn. Di encama êrîşan de di dîmenan de hat dîtin ku çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehan de bûne reviyane. Dîsa di vê pêvajoyê de serçeteyê DAIŞ’ê Ebubekîr El Bagdadî li sînorê Tirkiye-Sûriyeyê hat kuştin. Hevberdevka HDK’ê ya Îzmîrê Ayşe Yilmaz, êrîşên Tirkiyeyê yên du sale li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin nirxand.   ‘AKP- MHP bi şer hebûna xwe diparêzIN’   Ayşeyê da zanîn ku Tirkiye ji bo qada Sûriyeyê ku DYA û Rûsya lê serdeste, têdikoşe û got: “Lê li hember vê berxwedan heye. Hewldana afirandina Kemera Ereb heye. Li gorî me bicihbûna DAIŞ’iyan ya li wir ku cilên leşkerî li xwe kirine, mijara gotinê ye. Dema Tezkere hat derxistin, ji bilî HDP’ê hemû partiyan tezkere erê kir. Ji hemû hilweşînên van êrîşan 4 partî berpirsin. Ya girîng ev e ku karker, kedkar û hemû gelên vê erdnîgariyê gûh bidin me. Li ser hev zem tên kirin. Ev tên veşartin. Tenê şer tê axaftin. Bi vî awayî bloka AKP-MHP’ê bi şer xwe heyî dike.”    ‘Di lihevkirinan de muxatabên rast tunebûn’   Ayşeyê agirbestên ku Tirkiyeyê di 17’ê cotmehê de bi DYA’yê re ya 120 saetî û di 22’ê cotmehê de bi Rûsyayê re ya 150 saetî bi bîr xist û got tevî van li hevkirinan, êrîşên Tirkiyeyê berdewam kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di van lihevkirinan de Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk (MSD) û gelên li wir dijîn cih negirtine. CHP komxebata Sûriyeyê pêk tîne, lê YPG ji derveyê vê dimîne. Li qadên cuda ji bo YPG’ê gotinên rêxistina terorê tên kirin. Lê li aliyê din jî dema YPG’ê, DAIŞ’a kujer paqij dikir, pesnê wê dida. Ew axa hun behs dikin ne vala ye. Ne pêkane ku hun bêjin ‘bila TOKÎ bê avahiyan çêbike’. Li wir ereb, tirk û kurdan li ber xwe da. Bi peymana Soçî re derket holê ku tişta tê kirin çi ye. Muxatabên wê li ser wê maseyê tunebûn. Bêguman ger axa min bê parvekirin, mafê min yê îtîrazê heye.”   ‘Sûcên qirkirinê tên veşartin’   Ayşeyê destnîşan kir ku çeteyên ku xwe kirine şiklên cuda li herêmê hewl didin qirkirinê pêk bînin û kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Bekîr El Bagdadî wek magazînî hatiye dayîn û got: “ Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku piranî kurd lê dijîn, sûcê şer hat kirin. Çekên kîmyewî tên bikaranîn. Ji bo îmhakirinê çekên qedexekirî tên bikaranîn. Ser vê jî tê girtin.”   ‘Divê dadgehên serbixwe yên navnetewî bên avakirin’   Ayşeyê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji bo darizandina kesên ku sûcên şer kirine, kê sûc kiriye û li kîjan qadê talan hatiyekirin, divê dadgeha ser bixwe ya navneteweyî bê avakirin. Ayşeyê wiha berdewam kir: “ Me wek HDK’ê krîza aborî, koçberî û newekhevî xistiye rojeva xwe. Em sempozyumeke du rojan rêxistin dikin. Em ê encamnameya wê jî biweşînin.”