‘Em ê li dijî şer her tim bisekinin’ 2019-11-07 09:32:16   Fîlîz Zeyrek   EDENE- Hevseroka HDP’a Ceyhanê Delal Mamuk ku bi hinceta der barê êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser çapemeniya civakî parvekirin kir, hat binçavkirin, wiha got: “Ev ne tevgera aştiyê ye, tevgera rondikên çavan e. Em wek HDP’î, kesên dijberên şer û jin wê her tim li dijî şer bin.”   Hêzên Çekdarî yên Tirk (TSK) bi komên di bin navê ‘Artêşa Netewî ya Sûriyeyê’ hatine cem hev, re di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê operasyon da destpêkirin. Di operasyonê de zarok jî tê de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedhezaran kes ji cihê xwe bûn. Partiyên siyasî yên Tirkiyeyê tezkera şer erê kirin û tenê HDP’ê bertek nîşan da û erê nekir. Her wiha kesên li ser çapemeniya civakî bertekên xwe nîşanê operasyonê dan jî hatin girtin û binçavkirin.   Li Edeneyê di 12’ê cotmehê de polîsên tevgera taybet bi ser malên hevserokên HDP’ê ya Ceyhanê Delal Mamuk û Seyfettîn Aydemîr, rêveberê navçeyê Tahîr Ozdemîr de girtin û binçav kirin. Piştî binçavkirina rojekê şûnde bi şerta ‘kontrola edlî’ û ‘qedexeya derketina derveyê welat’ hatin berdan. Hinceta binçavkirina wan jî parvekirinên çapemeniya civakî bû.   Delal Mamuk bi lêv kir ku daxwaza aştiyê sûc tê hesibandin û got ev şerma mezin a welat e.   ‘Dibêjin ‘bila her kes bêdeng be’   Delalê destnîşan kir ku sibehê saet di 04.00’an de bi ser mala wan de hatiye girtin û wiha gotin: “Ez li ber çavên zarokên hatim binçavkirin. Ligel min hevserokê navçeyê yê berê û yê niha jî hat binçavkirin. Hinceta binçavkirina me jî gelek trajîkomîk e. Li dijî şer dengderxistin û daxwazkirina aştiyê sûc tê hesibandin. Ev şermek mezin e ji bo welat. Li vî welatî çi bê jiyîn dibêjin bêdeng bin. Şerekî bê maf didin destpêkirin û dibêjin bila kes dengê xwe neke. Bedel çi dibe bila bibe em ê  li dijî vê derkevin.   ‘Yekane partiya dengê xwe bilind dike HDP ye’   Delalê wiha dawî li axaftina xwe: “Li wan axa rondik û xwîn diherike. Ew radibin li Rojava di bin navê ‘tevgera aştiyê’ de mirovan dikujin. Ev ne tevgera aştiyê ye, ev tevgera rondikan e. Li dijî van pêkanînan tenê HDP bêdeng namîne. Li dijî partiya me, rêveber û endamên me her tim êrîş hatin jiyîn. Avahiyên me hatin dorpêçkirin, binçavkirin çêbûn. Sedema van zextan ev e ku em bêdeng namînin. Yekane partiya dengê xwe li dijî van geşedanan bilind dike HDP ye. Yek partiyek din li meclîsê ji vî şerî re negotin ‘na’. Gelo ev wijdanek çawa ye? Gelo wê sibehê çawa li rûyê vî gelî binêrin.”