Meral Daniş Beştaş: Tirkiye di dîrokê de dema xwe ya herî tenê dijî 2019-11-06 09:17:33   Habîbe Eren   ENQERE - Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, êrîşa Tirkiyeyê ya li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “Ger Tirkiyeyê rêya sêyemîn esas bigirta wê îro li Rojhilatê Navîn ne di çiravê de bûna.”    Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş operasyona ku Tirkiyeyê di 9’ê cotmehê de li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daye destpêkirin û tayînkirina qeyûman a ji bo 15 şaredariyên HDP’ê nirxandin.   Meralê da zanîn ku ji 9’ê cotmehê heta niha hem li cîhanê hem di polîtîkya hundir de operasyona li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê axaftin û wiha berdewam kir: “Bêguman ev tê axaftin lê em nikarin bahesa hawireke axaftina azad bikin. Hemû cîhan Sûriyeyê, destkeftiyên Rojava û sûcên şer yên li wir nîqaş dikin. Li Tirkiyeyê têgehên ku AKP’ê kod kirine jî hatine qedexekirin. Ewil gotin ‘hun nikarin bêjin şer’. Piştre jî gotin ‘hun nikarin bêjin dagirkirin’.Lê Cigirê Serokê Giştî yê wan Numan Kurtulmuş bi kêfxweşiyek mezin gotibû ‘em diçin şer’.”   ‘Hinceta esas ne ev e, em hemû baş dizanin’   Meralê dsetnîşan kir ku ketina Tirkiyeyê ya Sûriyeyê tu aliyê wê yê mafdar û hiqûqî ne mijara gotinê ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji 2011’an heta niha hewlesteke ku her tim rêveberiya demokratîk a li Rojava, hedef digire heye. Di nav salan de gotin û rojev dem bi dem biguhere an jî kêm bibe jî girêdayê polîtîka hundir ev zêde bûye. Geşedanên piştî sala 2014’an her kes dizane. Herî dawî tiştên li Efrînê hatin jiyîn, sûcên ku hêzên girêdayê OSO’yê li wir kirin her kes dizane. Her çiqas Tirkiye bêje ‘em li wir dewleta terorê naxwazin’ jî hincet ne ev e. Heta niha hêzên girêdayî QSD’ê li hember Tirkiyeyê tu êrîş pêk neaniye. Yanî li hember Tirkiyeyê tu tehdîd tunebû. Tirkiye hinceteke ku nîşan dide heye lê rastiya vê tune ye. Hemû cîhanê jî dît. Tirkiye tişta ku bi HDP’ê re naxive, bi gelê xwe re jî çareser nake, diçe bi Trump û Putîn re çareser dike.  Em her tim dibêjin divê bi muxatabên xwe re çareser bike.”   ‘Tirkiye di dîrokê de dema xwe ya herî tenê dijî’   Meralê ev tişt anî ziman: “Ger mijara Kurd li Tirkiyeyê bi muxataban re neyê axafin an jî mijara Sûriyeyê bi muxatabên wan re neyê axaftin tiştek nayê çareserkirin. Dema ev neyê kirin hunê bikevin ser zimanê hemû cîhanê û tenê bimînin. Tirkiye dema xwe ya herî tenê dijî.   ‘Polîtîka qeyûm û şer ji hev ne cudane’   Meralê balkişand ser polîtîka qeyûm û polîtîka şer û wiha bi lêv kir: “Dema AKP’ê êrîşê Sûriyeyê kir hewl da, êrîşa xwe veşêre. AKP’ê li bajarên mezin winda kir û eniya demokrasiyê qezenc kir. Piştî vê jî hedef kir ku eniya demokrasiyê belav bike. Ji ber vê jî polîtîka qeyûm gav bi gav hat. Bila hikûmeta AKP’ê dest ji van polîtîkayan berde. Bila êdî kurdan negirin pêş xwe. Ger Tirkiyeyê rêya sêyemîn esas bigirta wê îro li Rojhilata Navîn ne di çiravê de bûna.”