Fatma Kurtulan: Roja yên ku ronahiyê diparêzin pîroz be 2019-10-31 18:18:17   ANKARA - Cîgira Serokê Koma HDP’ê Fatma Kurtulan ji bo 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di komîteya Meclîsa Giştî de got, “Erka Tirkiyeyê ew e, şêniyên Kobanê yên xwedî li axa xwe derdikevin, li şûna ku wek xeteriyekê bibîne,bi wan re di nav hevgirtinê de be." û ev tişt got: " Ev roj li kesên ku ronahiyê li dijî tariyê diparêzin pîroz be”.   Cîgira Serokê Koma Partiya Demokrat a Gelan (HDP) Fatma Kurtalan, di komîteya Giştî ya Meclîsê de li ser mijara 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê axivî.    ‘Qirkirina cîhanê zindî hat temaşe kirin’   Fatma, diyar kir ku “DAÎŞ'ê bi sedan kîlometre êrîşî Iraq û Sûrîyê kiriye û di hazirana 2014’an de Musil dagir kiriye. Bi wan Çekên giran û cebilxaneyan ku di vir de bidest xistin, êrîşî bajarê kurdên êzîdî’ Şengalê kirin. Ji 7 hezaran zêdetir jin, tevî zarokên xwe ji aliyê DAÎŞ'ê ve hatin revandin. Bi hezaran êzîdî hatin qetilkirin. Bi hezaran mirov li pêşberî çavên cîhanê qetil kirin, li ber sînorê me mirovên me hatin kuştin. Hemu cîhanê ev qirkirin zindî temaşe kir.”    ‘Roja yên ku ronahiyê diparêzin pîroz be’   Sibê 1’ê Mijdarê ye. Roja yên ku li dijî tarîtiyê ronahî bidest xistine ye. Di bedêla ku Tirkiye Kobanê wekî xeteriyekê bibîne divê bi şêniyên wê re di nav hevgirtinê de be. Pêşiyê li bermahiyên DAÎŞ^ê bigire. Roja yên ku ronahiyê li dijî tarîtiyê diparêzin pîroz be”