Ev şer rojavayê Tirkiyeyê jî eleqeder dike: Wê fatureya vê li gel bê birîn 2019-10-28 09:13:40   ÎZMÎR - Parlamentera HDP’ê Serpîl Kemalbay bal kişand ser encamên êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha got: “Aliyekê vî zimanî ‘guleyek bi çiqasî ye’, aliyê din jî fatureya vê polîtîkayê li Tirkiyeyê tê birînê. Aliyê herî nebaş jî serdest fatureya vê li gel dibirin. Em şer rojavayê Tirkiyeyê jî eleqeder dike. Ger ev wisa neyê nirxandin, bêguman ev şaşiyek mezin e.”   Di çarçoveya operasyona ku Tirkiyeyê di 9’ê cotmehê de li hember bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin de 22 jê zarok 235 sivîlî jiyana xwe ji dest daye û 300 hezar kes jî ji warê xwe bûn. Li Tirkiyeyê jî gelek sivîlî jiyana xwe ji dest dan û li Nisêbîn, Serêkaniyê û Pirsûsê jiyan rawestiya.   Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay bal kişand ser van faktoran û da zanîn ku ji bo pergala binpêkirinê ya serdestan bidome divê rêbazên dijdemokratîk jî bidomin û got: “Gel demek dirêj e ji bo welatîbûna wekhev tên cem hev û li aliyê din jî karker ji bo mafên xwe, azadiya xwe berxwedana xwe mezin dikin. Gelek berxwedan hene. Karên ji bo tazmînata xwe nagirin dimeşin lê cenderme pêşiya wan digirin. Dîsa berxwedana karkerên Cargîll du sale didome. Karkerên Zeytînburnu berxwe didin. Daxuyaniyên çapemeniyê bi hinceta şer tên çewisandin.”   ‘Hestên netewperest ava dikin û dixwazin krîzê veşêrin’   Serpîlê bi lêv kir ku mafê mirovan yên sereke tên xespkirin û rêxistinên demokratîk yên îtîrazê şer dikin, nikarin dengê xwe derxin, yek ji sedemên vê ‘kapîtala fînansî ji şer fêdeyê digire’. Serpîlê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo civakek bê bertek biafirînin, zextên li ser karkeran bi şer re zêdetir bûn. Ji ber desthilatdarî zextan li karkeran dikin sermayedar jî kêfxweş in. Patron û desthilatdarî li heman alî ne. Her wiha hestên netewperest diafirînin û dixwazin serê krîzê jî veşêrin.”   ‘Şer her derê eleqeder dike’   Serpîlê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bandora şerê li Sûriyeyê ji niha de xwe di tabloya aborî de nîşan daye û wiha pê de çû: “Aliyekî vî zimanî ‘guleyek bi çiqasî ye’, aliyê din jî fatureya vê polîtîkayê li Tirkiyeyê tê birînê. Aliyê herî nebaş jî serdest fatureya vê li gel dibirin. Em şer rojavayê Tirkiyeyê jî eleqeder dike. Divê ev wisa bê nirxandin. Ger ne wisa be, bêguman şaşiyek mezin e.”