'Jinan li Rojava şoreşa xwe pêk anîn' 2019-10-22 09:07:18   Dîlan Babat   ENQERE - Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, diyar kir ku operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî destkeftiyên jinan e û endama Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk jî ev tişt vegot: “Jinan li Rojava şoreşa xwe pêk anîn. Em ê di vê pêvajoyê de berdewamiya vê bibînin. Jinên ku ne li malan, xwedî li kolanan derdikevin, îro berdewamiya şoreşa dane destpêkirin pêk tînin.”   Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 9’ê cotmehê de dest pê kiribûn û di 17’ê cotmehê de tevî agirbestê hîna didomin. Di êrîşan de gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi sedan birîndar bûn. Li aliyê din jî gelek kes li Tirkiyeyê hatin binçavkirin û girtin. Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren û endama Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk, êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand.   ‘Armanc têkbirina pergala alternatîf e’   Elîf Torun Oneren da zanîn ku êrîşên li hember Rojava ji ber destkeftiyên li wir hatine bidexistinê ne û bloga AKP-MHP’ê ji bo ji nû ve hêza xwe qezenc bike, êrîşî modeleke ku ji bo gelan modeleke, dikin û wiha got: “Em dizanin ku şer windahî ye. Ji bo ev şer raweste çi ji destê me bê em ê bikin. Di serî de jî em jin wê li dijî vê derkevin. Di şerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat destpêkirin de niha nêzî 800 DAIŞ’î reviyane. Armanceke din a di vir de jî ev e ku  AKP û MHP, ji DAIŞ û El Nusra re zemîneke nû ava bike.”   ‘AKP ji windakirinê ditirse’   Elîfê daxuyakirin ku di pêvajoya Kobanê de destkeftiyek mezin a jinan heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê em ligel destkeftiyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bin. Niha jin ji xwe li wir bi hişmendiyek mezin têdikoşin. Divê jin destkeftiyên xwe winda nekin. Divê destkeftî neyên windakirin. Divê jinên Tirkiyeyê jî ji bo destkeftiyan têbikoşin.AKP ji windakirina rejîma yekkesî ditirse. Hewl dide ji şer rantê bi dest bixe û desthilatdariya xwe biparêze. Divê em li dijî êrîşan hêza xwe bikin yek.”   ‘Desthilatdarî her tim xeta şer ava dike’   Endama Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk jî bi lêv kir ku desthilatdarî di polîtîkayên xwe de çavsor bûye û her tim xeta şer ava dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Vê bi tena serê xwe nake. Vê ji ser OSO’yê ve dike. Yanî bi alavekê gelê sivîl ê wir tehdîd dikin. Tenê bi vê jî namîne. Roja ewil a operasyonê, Çeteyên DAIŞ’ê li hember Qamişlo êrîş pêk anîn. Em ji pêvajoya Kobanê dizanin. Tu wateya van tehdîdan tune ye. Ji ber ku gel bi rûmeta xwe têdikoşe. Dagirkirin ji bo Tirkiyeyê ne tiştekî nû ye. Berê jî bi hinceta terorê bi dehan carî hewl da bikeve Herêma Federal a Kurdistanê. "   Burcugulê gotinên Erdogan ên ji bo DAIŞ’ê gotibû yên weke ‘em ê ewlehiyê bigirin’ bi bîr xist û got dema ku DAIŞ xurt bû li Tirkiyeyê gelek êrîş pêk anîn û wiha berdewam kir: “DAIŞ’iyên li Sûriyeyê ji girtîgehan reviyan çawa êrîşê gelên Sûriyeyê dike, dikare li Tirkiyeyê jî bike. Çend meh berê piştî deriyên sînor hatin girtin şûnde, cîhadiyan, posterê Erdogan û ala tirk şewitandin. Divê evqas zû neyê jibîrkirin.”   ‘Jin şoreşa xwe didomînin’   Burcugulê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şoreş pêk anîn. Jin ne li malan, xwedî kolanan derketin. Şoreşa dane destpêkirin didomînin. Ji vir şûnde jî wê wisa be. Ev hêviyê dide me. Serdest jî vê wek tehîd dibînin. Ji bo hêviyê bişkînin jî hedef digirin. Lê wê jin bi ser kevin.”