Muazzez Orhan: Li hemberî êrîşan hêzên navneteweyî dirûtiyê dikin 2019-10-20 09:02:26   Zeynep Durgut   WAN - Parlamentera HDP’ê Muazzez Orhan di têkîldarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de diyar kir ku Tirkiye ber bi aloziyeke mezin ve diçe û got: "Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan pêk hat. Lê niha ev şoreş hedef tê girtin. Di şexsê Hevrîn Xelef deskeftiyên jinan hedef hat girtin."   Êrîşên arteşa tirk a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber didomin. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Wanê Muazzez Orhan derbarê êrîşên dewleta tirk de nêrînên xwe anî ziman.    Muazzez di destpêka axaftina xwe de bal kişand kişand ser êrîşan û wiha got: "Operasyona leşkerî ya ku li dijî Rojava hatiye destpêkirin li dijî Gelê Kurd e. Em bi salane dibêjîn ku heta ku mafê Gelê Kurd nedin û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser nebe, li Tirkiyeyê pêşiya jiyana bi hev re venabe. AKP bi ketina Rojava dixwaze aloziya aborî û siyasî ji gel bide jibîrkirin. Ev şer tolhildana encamên hilbijartinê ye. Her wiha tayînkirina qeyûman nekarî meşrû bike, bi şer dixwaze meşrû bike."   'Li hemberî partiya me êrîş'   Muazzezê, diyar kir ku li hemberî HDP'ê jî êrîş hene û wiha dom kir: "Bi taybetî li hemberî partiya me dest bi polîtîkayên reşkirinê kirin. Bi vî awayî dixwazin pêşiya dengê aştiyê bibirin. Bi qedexeyan dixwazin dengê civakê qut bikin. Lê em dikarîn bibêjin ku ev şer ne tenê operasyoneke leşkeriye, ev şer li dijî hebûna Gelê Kurd hate destpêkirin."   'Hevrîn Xelef hedef hat girtin'   Muazzez, destnîşan kir ku pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin li hemû cîhanê bû mînak û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan pêk hat. Lê niha ev şoreş bi destê hêzên emperyalîst tê hedef girtin. Di şexsê Hevrîn Xelef deskeftiyên jinan hedef hat girtin. Bi qetilkirina Hevrînê me baş dît ku ew pergala ku bi bedelên giran hatiye avakirin tê êrîşkirin. Tirkiye naxwaze ku Gelê Kurd bigihîje statuyek. Lê em baş dizanîn ku di vê pêngavê de ew serkeftî nebin. Şer her tim bûye mirin, kuştin û êş. Em dizanîn û bawer dikîn ku wê wîjdana civakî û yekîtiya gelan pêşiya vî şerî bisekîne. Tirkiye bi windayên giran dixwaze civakê parçe bike.”    ‘Hêzên navneteweyî dirûtiyê dikin’   Muazzezê bal kişand ser polîtîkayên hêzên navnetewî û wiha got: "Operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava destpêkirîn heta îro hêzên navnetewî bi polîtîkayên dûritî piştgiriyê didin êrîşan. Armanc dikin ku ji projeya Rojhilata Navîn sûdê bigirin. Ji aliyekî ve Tirkiyeye bi penaberan li Awropayê gef dixwe û ji aliyeke din ve jî ew pereyê ku ji bo penaberan hil dide ji şer re xerc dike. Di vê pêvajoyê de bi taybetî ji helwesta ABD’ê aşkere bû. Bi vê polîtîkayê ji dixwazin Tirkiyeyê bixin nav şereke giran û dijwar."   'Dewlet li Nisêbînê rastiyan vedişêre'    Muazzezê di dawiya axaftina xwe da zanîn ku hikûmet naxwaze HDP'ê rastiyan derxe holê û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Li Nisebînê 12 sivîl bi topên hawanê  jiyana xwe ji dest dan. Heyeta me xwest biçe Nisebînê lê hat astengkirin. Heyeta me bi minesebeta ewlehiya we di xeterê de ye hat astengkirin, lê wezîrên dewletê pir bi rehet dikarin bikevin Nisebînê. Ji herkesî re ewlehî heye, lê ji HDP’ê re tune ye. Ev ji tê wê wateyê ku dewlet rastiyan vedişêre. Li gorî agahiyên ku ketin destê me ew topên ku ketine Nisebînê hilbirînên Tirkiyeyê ne."