Hevserokên jin: Em şer qebûl nakin 2019-10-14 14:29:04   STENBOL - Hevserok û hevberdevkên partiyan ên jin di daxuyaniya ku derbarê êrîşa Tirkiyeya ya li dijî Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê dan de diyar kirin ku êrîş li dijî destkeftiyên Gelê Kurd û jinan hatiye kirin û gotin "Em jin vê qebûl nakin."   Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di 9'ê Cotmehê de biryara êrîşê îlan kir. Piştre  Artêşa Tirk û OSO'yê bi hev re li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tang, top û balafirên şer dest bi êrîşê kirin. Şerê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriye kir. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervin Buldan, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Dîlan Dirayet Taşdemîr, Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevberdevkên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Avakirina Ji Nû ve Sosyalîst (SYKP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Şoreşger, Partiya Pêşeroja Çep û Kesk û Platforma Piştevaniya Sosyalist (SODAP) û Malên Gelan bi hev re xwestin li Otela Hîlê ya li Taksîmê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta "Qeymeqam qedexe kiriye" destûr nedan. Li ser vê yekê Hevserokên partiyan û hevberdevkên rêxistinên civakî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê daxuyanî dan. Jinan li salona ÎHD'ê pankarta “Jin ji şer û dagirkeriyê re dibêjin na" Di daxuyaniyê de gelek nûnerên partî, nûnerên jinan amade bûn.    'Me ji hovîtiya çeteyan re şahidî kir'   Li ser navê jinan Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan daxuyaniya hevpar xwend. Pervîn, diyar kir ku şerê Sûriyeyê yê di sala 2011'an de dest pê kir û 8 salin didome, li pey xwe xerakirin, talan, wêrankirin û koçberî hniştiye û wiha got: “Em li herêmê bûn şahidê hovîtî û talankirina çeteyên wekî IŞID, OSO, El-Nusrayê. Li talaniya gelan xistin, talan kirin û wêran kirin. Bi sed hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û bi milyonan mirov ji cih û warên xwe koç kirin. Bajarên herî qedim ên Rojhilata Navîn ser û bin kirin. Di sedsala 21’ê de bazara jinê ya koleyan vekirin. Li dijî jin û zarokan sûcê li dijî mirovahiyê kirin. Ev hişmendiya li dijî mirovahî û jinan sînor derbas kirin û li cîhanê belav bû û komkujiyên mezin kirin. Henû cîhan şahidê vê komkujiya wan e. Ev hişmendî negîhişt armanca xwe. Ji ber ku li dijî vê hişmendiya tarî di serî de Gelê Kurd û gelê Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, enternasyonalistên ji çar aliyê cîhanê hatin li dijî dijminê mirovahiyê têkoşiyan û ew têk birin."    'Şoreşa jinê hedef girtin'   Pervîn, anî ziman ku ji bo îktîdara AKP'ê temenê xwe yê tek diçe dirêj bike û ser krîza aborî û siyasî bigire, serî li van polîtîkayan dide. Pervînê, anî ziman ku polîtîkayên AKP’ê destkeftiyên Gelê Kurd, Ereb, Suryaniyan û jinan dikin hedef û wiha axivî: "Parastina jiyana hevpar a aştiyane û demokratîk a şoreşa jinê dike hedef. Dîsa bi vî şerî kampên DAIŞ'ê dikin hedef û deriyê girtîgehên DAIŞ'ê vekiriye û bi sedan DAIŞ'î dane revandin. Dîsa Sekretera Partiya Pêşeroja Suriyeyê Hevrîn Xelefin qetil kirin. Lê çapemeniya girêdayî AKP'ê gotin ‘Bi operasyona serkeftî bê tesîr kirin' û bi cîhanê re parve kirin. Îktîdara AKP-MHP'ê u hemû pişttekên şer, sûcê şer dikin. Dîsa bê fikar hevkariya DAIŞ'ê dikin. Ev hewldana dagirkeryê li dijî destkeftiyên jinan û gelê Kurd e."    Pervîn, herî dawî destnîşan kir ku wê li dijî vê hewldanê rawestin û van polîtîkayên şer û dagirkeriyê qebûl nakin. Pervînê, bang li hemû partiyan kir û xwest nebin perçeyê şerê qirêj. Pervîn, destnîşan kir ku ger bibin perçeyê şerê qirêj wê zerarê bidin yekîtiya Gelê Kurd û Tirk a dîrokî. Pervîn, bang li jinan û hemû gelên Tirkiyeyê kir û wiha got: Di serî de em bang li hemû jinan, gelên Tirkiyeyê û cemaweriya demokratîk dikin ku ji îktîdarê re bêjin raweste. Em bang dikin ku têkoşîna me ya aştiyê bêtir xurt û bi rêxistin bikin. Em carek din diyar dikin ku li dijî şer in. Em ê li her derê bêjin aştî."