Ayşe Acar Başaran: Parastina aştiyê ne sûc e 2019-10-11 15:59:01   ENQERE - Ayşe Acar Başaran a HDP'î diyar kir ku parastina aştiyê nabe sûc.   Berdevka Komisyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran di civîna meclîsa ya HDP'ê de axivî. Ayşeyê got:"Armanca Tirkiyeyê ne ewlehiya sînor e. Armanc daxwaza avakirina qayişa DAÎŞ'ê ye."   Ayşeyê anî ziman ku li dijî gelê kurd alerjiya îktidarê heye û wiha domand:"Li hundur bi destên qeyûman îradeya gelê kurd xesp dikin. Operasyonên girtin û binçavkirinê pêk tên. Îktidar niha êrîşî sîstema mînak a wekheviya gelan diparêze sîstema li Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê hatiye avakirin dike."   'Li cihên ku dibêjin em ê paqij bikin mirov hene'   Ayşeyê wiha domand:"Îktidar penaberan dike mijara bazarê da ku berjewendiyên xwe bide qebûlkirin û dixwaze li sînorê rojava qayişa selefiyan ava bike. Li Rojava êrîşî cihên sîvîl tên kirin. Li cihên ku dibêjin em ê paqij bikin mirov hene. Divê îktidar rêya çareseriyê hilbijêre. Lê riya ku îktidar tê de dimeşe ne tu rê ye. Ger hûn bi kurdan aştiyê çênekin hûn ê gavekê jî pêş nekevin. HDP'yîn ku parastina aştiyê dikin tên binçavkirin û girtin. Parastina aştiyê ne sûc e."