Zelal Cîger: Xema Dewletên Navneteweyî ne gel e 2019-10-09 09:21:14   Civîn Husên - Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Çîger diyar kir ku seneryoya ku Rûsya li Efrînê kir îro Emerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hemû lîstok in û got: "Em bi hêza xwe 8 sal in şoreşa xwe didomînin. Dayikên ku zarokê xwe fedayî vê axê kirin wan ev ax parastine. Ger êrîşek pêk bê dê dîsa dayik parastina vê axê bikin û rola sereke bilîzin."   Bertek, nerazîbûn û çalakiyên li ser amadekariyên operasyoneke muhtemel a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li her derê didomin. Hevseroka Meclîsa Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Cîger ji ajansa me re rewşa dawiyê nirxand û diyar kir ku dayikên ku zarokê xwe fedayî vê axê kirin, dê ev axa biparêzin.    'Di siyasetê de xitimandinek heye'    Zelal diyar kir ku di rewşa siyasî de di dema heyî tiştê derdikeve pêş ku xitmandinek siyasî ya dewletên navnetewî heye û wiha dom kir: "Ev xitmandin çawa were derbaskirin li gorî şerê cîhanê yê sêyemîn ferzekî nû ji Rojhilata Navîn re pêk tînin. Hinek dewlet jî dixwazin berjewendiyên xwe ava bikin wek dewleta Tirkiyê. Her kes dixwaze gavan bavêje û dixwazin sûdê ji vê rewşê bigrin. Ji destpaka sala 2019'an de gefên cidî yên delweta tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hene, di dema ku her kes dizane hikûmeta AKP'ê di hundirê xwe de windabûnekê dijî, di hilbajartinên herî dawî de ev yek eşkere bû. AKP'ê ji bo ku demdirêj li ser hukim bimîne gefan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixe. Armanca AKP'ê ne tenê Bakur û Rojhelatê Sûriyeyê. Lê belê îro ku ji Idlib heya Efrînê, Gundewarên Helebê, dest daniye li ser, ger Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bikeve destê wan wê ji sedî 75 ji axa Sûriyê di destê wan de bê, ku li Îraqê jî heta Kerkûkê dixwazin dagirbikin."   'Hêza ku cîhan tevahî parast çawa dibe terorîst?'   Zelal, di axaftina xwe de bal kişand ser DAÎŞ'ê û wiha dom kir: "Avakirin Osmaniya berê nakevê berjewendiya tevahî dewletên navnetewî. Ji bo wê jî hevkariyek di navbera Emerîka û Tirkiyê de çêbû ji bo avakirna herêmek bi ewle. Me herêma bi ewle bi nav nekir ji ber herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bingeh de bi ewle ne piştî binkeftina çeteyên DAIŞ'ê. Her kes dizane ku avakirên DAÎŞ'ê dewleta tirke û ew dibêjin em ê terûrîstê tune bikin. Piştî me DAÎŞ tune kir dewleta tirk hîn vê yekê dibêje, ku ew Hêzên YPJ/YPG/QSD'ê terorîst bi nav dike. Ev hêza ku DAÎŞ'ê tune kir û cîhan tevahî parast çawa dibe terorîst? Divê ku hêzên navnetewî û tevahî cîhan vê rewşê bi wijdanê xwe baş binirxînin, hêzek ku cîhan ji terorê xelas kir çawa terorîstin û hêzêkî di herêma xwe de ye, lê ev hemû dewleta tirkiyê ji xwe re dikê hincet. Ji bo wê Emerîka û Tirkiyê hevkariyek çêkirin, çiqas em li ser wê razî bûn yan na jî lê me got em Parastina sînor bidin çêkirin. Ji ber rastiyek heye em jî dixwazin xwe ji Tirkiyê biparêzin. Wan li ser herêma bi ewle 5 km li hev kirin û qaşo ev du meh li ser vê yekê tevgerê xwe dikin, QSD'ê ji aliyê xwe ve her tişt pêk anî, lê belê dewleta tirk ev yek pêk nanî, berê jî me gotiye herêma bi ewle bi sernakevê ji ber armanca dewleta tirk ne parastina sînore, lê belê xwe mayînde kirin di herêmê de ye."   'Şerekî bê exlaqî tê kirin'   Zelal da zanîn ku piştî du mehan Tirkiyê nerazîbûnê xwe nîşan da ji bo herêma bi ewle û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Em di nav şerekî de ne ku Erdogan dibêje kengî be ez ê êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikim. Em parastinê esas digrin, êrîşî kesî nakin lê dema êrîş hat li ser me em ê parastina gel û axa xwe bikin. Ewropa jî divê ku vê baş zanibe gefên dewleta tirk hemû bi riya Tirkiyê û bi riya DAÎŞ'ê ye. Lê Ewropa divê ku baş vê jî bizanibe ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 milyon mirov dê carek din koçber bibin ger êrîş çêbe. Her wiha bi deh hezaran çeteyên DAÎŞ'ê ku li vir girtî ne wê bibin xeteriyek mezin li ser tevahî cîhanê. Tevî wê Emerîka 2 noqteyên xwe ji Serêkaniyê û Girê Spî vekişandin, bi axaftinekê di navbera Emerîka û Tirkiyê Emerîka hêza xwe vekişand. Şerê ku dikin şerekî bê exlaqî ye, şerekî berjewendiya ye, şerê cîhanê yê sêyemîn şerê lihevkirinên aborî ne. Îro Emerîka û Tirkiyê hêza NATO hevalê xwe dibînê, ji bo Emerîka Tirkiyê girîng e, ji gelên sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Tiştê eşkere berjewendiyên dewleta ne û ev dewlet berjewendiyên xwe diparêzin. Loma jî mafê gelên bindest ne Emerîka û Rûsya jî na parêzin. Yê ku mafê gelên bindest biparêzê gelê bindest bi xwe ye. Seneryoya ku Rûsya li Efrînê kir îro Emerîka li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ya rast ku aramiya ku qal dikin li Sûriyeyê ava bikin tenê gotinin û hemû leyîstokin."   'Dewletên Navnetewî nikarin zindanên DAÎŞ'ê biparêzin'    Zelal balkişand li ser rewşa çeteyên DAÎŞ'ê ger êrîş pêk were û wiha dom kir: "Di kampa Holê de em dibînin ku her roj DAÎŞ jinekê ya zarokekî dikûje, ji ber ev çeteyên DAÎŞ'ê ku niha di destê QSD'ê de ne fikra DAÎŞ'ê diparêzin, ger di parastina kampê û DAÎŞ'ê de lawaziyek çêbû xeteriyek li ser tevahî Sûriyeyê û cîhanê heye. Ger Tirkiyê êrîşek pêk bîne em mecbûrin ji sedî 90 hêza xwe bînin ser sînor, ji bo wê jî em nikarin wan zindan û kampan biparêzin. Ev jî cihê fikrandinê ye. Dewletên navnetewî çawa dixwazin tevbigerin.  Emerîka qaşo bi me re şerê li dijî terorê dida meşandin ger êrîşek wisa were tu tedbîrê wan ji bo wan kampa tunen. Ev çete her roj hewldanên revê dikin. Ger di parstina wan de lawazî derkevê wê encamên pir xirab bîne. Em ji tevahî cîhanê re dibêjin ew terora ku QSD'ê tune kir bi êrîşkirina dewleta Tirk wê carek din xwe nûjen bike. Divê ku dewletên nevnetewî vê baş bizanibin ji ber DAIŞ wek fîrûsekî ye di nav cîhanê de û Erdogan serkêşiya wê dikê, ev berbiçeve. Ji ber Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê îro parastina tevahî cîhanê kir. Di riya wê de gelên vê herêmê 11 hezar şehîd daye û 20 hezar birîndar û heta niha şehîda didin ji bo rûmetê biparêzin."   'Em bi hêza xwe 8 sal in şoreşa xwe didomînin'   Zelalê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser şoreşê û wiha got: "Em wek Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me pişta xwe tu carî ne daye dewletan û me tu carî wan hêz ji xwe re ne girtiye. Bi hêza xwe me 8 salan şoreşa xwe li ser piya hişt. Em di vê baweriyê de ne jî ku gelê me carek din li ser piya ne û bertekan nîşan didin. Bi taybet jin ji ber ên ku welatan li ser piyan dihêlin jin e, dayikên ku zarokê xwe fedayî vê axê kirin wan ev ax parastiye, ger êrîşek li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbibe, wê dîsa dayik parastina vê axê bikin û rola sereke bilîzin. Ger azadiyek me hebe li ser axa me ye, yan jiyanek azad ya mirinek bi rûmet."