Pêşniyarnameya şer li Meclîsê hat erêkirin 2019-10-08 20:07:38   ENQERE - Li Meclîsê pêşniyarnameya şer a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê hat erêkirin.   Li Meclîsê pêşniyarnameya şer a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û her wiha li hemberî Herêma Federal a Kurdistanê hat qebûlkirin. Piştî daxuyaniyên ku li ser amadekariyên operasyoneke muhtemel a li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ev biryar hat girtin.    Ji bilî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) partiyên din û parlamenterên din biryara dirêjkirina pêşniyarnameya şer dan. Navenda Giştî ya HDP'ê li ser hesabê xwe ya Twitter'ê diyar kir ku Meclîs carek din biryara şer erê kir û wiha got: "Kesên ku di odeyên xwe yên luks de dijîn haya wan ji rondikên dayikan nîne."