Fatma Bostan Unsal: Destûreke bingehîn ya nû ferz e 2019-10-08 09:13:36   ÎZMÎR - Yek ji damzerînerên AKP’ê Fatma Bostan Unsal da zanîn ku ji bo pirsgirêka kurd û globalbûnê ya li Tirkiyeyê çareser bibe divê destûra bingehîn ya nû bê nîqaşkirin û wiha got: “Ji bo gelek mirovan nîqaşên destûra bingehîn ya nû dibe ku gelek luks bê. Em destura bingehîn ya 82’an jî nikarin pêk bînin. 2010 zêde ne dûr e. Di nîqaşên destûra bingehîn de cihekî ku her kes wekhev dihat temsîlkirin, hemû partiyên siyasî wekhev temsîl dikir bû.”   Meclîs di 1’ê cotmehê de vebû û rojeva wan ya ewil jî pakêta reforma daraza nû bû. Nîqaşên li ser pakêta reforma darazê didomin. Yek ji endama damezrîner ya AKP’ê, lêkolîner û akademîsyen Fatma Bostan Unsal, siyaseta AKP’ê û geşedanên dawî nirxand. Fatmayê da zanîn ku parçebûna di nava AKP’ê de ji sala 2015’an bi awayekî dîtbarî hatiye dîtin û ji ber kevneşopiya partiyê ev nehat îfadekirin. Fatmayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîrana 2015’an şûnde ji arîtmetîka hilbijartinê ya derketiye holê, tevî ku serokwezîrê demî Ahmet Davutoglu jê berpirs bû, li gorî dîrektîfa serokomar tevgeriyan û koalîsyon nehat derxistin.”   ‘Piştî hilbijartinên 7’ê hezîranê parçebûn hatin jiyîn’   Fatmayê destnîşan kir ku piştî vê hilbijartina zû pêk hatiye û wiha got: “Piştî hilbijartinê hikûmet ava nebû. Hilbijartin yekem car nû bû. Wê demê serokwezîr Davutoglu li alî koalîsyonê bû. Lê tevî ku ew serokê giştî yê partiyê bû, li gorî dîrektîfa kesê ku rayeya wî ji wî zêdetir bû tevgeriya û koalîsyon ava nebû. Ji wê rojê şûnde parçebûnan dest pê kir.”   ‘Asta globalbûnê alarmê dide’   Fatmayê her wiha globalbûna li Tirkiyeyê kûr bûye nirxand û wiha pê de çû: “Em dibînin ku geşedanên polîtîk globalbûnê zêde dikin. Ez nû dibihîzim. Parlamentereke HDP’ê ya serê wê girtî diçe mizgeftê û du parlamenterên din yên jin yên AKP’ê ji wir derdikevin Ev jî nîşan dide ku globalbûn ber bi ku ve diçe. Encam jî lêdana alarmê nîşan dide.”   ‘Divê nîqaşên destûra bingehîn ya nû bê kirin’   Fatmayê di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku rêveberiyeke ku xwe dispêre globalbûnê berdewam dike û wiha pê de çû: “Bi nifûsê rêjeya Kurd-Tirk gelek bê pergal e. Ji ber bandora globalbûnê ya çapemeniyê jî heye. Divê Tirkiye ji vê hawirê derkeve. Ji bo vê jî em wekî çareserî nîqaşên destura bingehîn dibînin. 2010 zêde ne dur e. Di nîqaşên destura bingehîn de her kes hemû partiyên siyasî bi awayekî wekhev temsîl dikirin. Yanî nêzî ji sedî 75 tifaqek derketibû holê. Destkeftiyek mezin bû. Lê me ev hemû avêtin çopê. Nîqaşên destura bingehîn yên nû hene. Gelek kes nîqaşên destura bingehîn ya nû wek luks dibîne. Em hîna destura bingehîn ya 82 jî pêk naynin. Lê divê em nîqaşên destura bingehîn ya nû bikin.”   'Destûreke bingehîn ya nû ferz e'   Fatmayê destnîşan kir ku OHAL bi awayekî fîlî berdewam dike, lê di demên dawî de hinek saziyên wek Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) xwedî li ajanda û qadên rayeya xwe derdikevin û ji bo ev rewş veguheriye başiyê divê piştgirî bê dayîn. Fatmayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nîqaşên 2010’an de hemû aliyan qebûl kir ku destûreke bingehîn ya nû ferz e. Her kesî digot divê destûreke bingehîn ya tevlîker hebe. Em wê demê li dijî vê bûn lê li meclîsê jî ji kesan, saziyan piştgirî dihat girtin. Her wiha partiyên siyasî jî di nûneriya wekhev de tevlî bibûn. Ji ber vê divê em vê bibîr bînin.”