Tulay Hatîmogullari: Me hevserokatî hêsan bi dest nexist, em tu car dest jê bernadin 2019-09-30 09:06:48   Bêrîtan Canozer   AMED - Tulay Hatîmogullari ya HDP’î diyar kir ku divê li dijî zîhniyeta qeyûm têkoşîneke rêxistinkirî bê meşandin û wiha got: “Me ev xeta mor wisa hêsan bi dest nexist. Bi bedelên mezin, bi ked û berxwedanek mezin hat bidestxistin. Divê tu jin dest ji vê destkeftiyê bernede.”   Di 19’ê Tebaxê de ji bo şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatin tayînkirin û piştî vê jî ji bo şaredariyên Pasûr a Amedê û Qereyazi ya Erziromê qeyûm hat tayînkirin. Li dijî qeyûman ji 19’ê Tebaxê de ye bertekên gel bi biryarek mezin didome û parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari jî da zanîn ku divê li Tirkiyeyê tifaqek xurt bê avakirin.   ‘Gel qeyûman tu car qebûl nake’   Tulayê bi lêv kir ku qeyûm li dijî Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ye, pergal û zîhniyeteke ku demokrasiyê dikuje ye û wiha got: “Îradeya mîlyonan kesî hat desteserkirin. Tirkiye bi vê pergalê zêde nikare berdewam bike. Îradeya mîlyonan kesî hat xespkirin. Bi mîlyonan kesên dengê xwe dane HDP’ê tune hatine hesibandin. Ewil qeyûm tayînê sê şaredariyên me yên bajarê mezin kirin piştre jî tayînî Pasûr û Qereyaziyê kirin. Qeyûm zîhniyeta ‘ez naxwazim Kurd xwe bixwe rêve bibe’ ye. Di heman demê de wateya ‘em naxwazin jin di rêveberiyan de cih bigirin, xwe bi rê ve bibin’ dihewîne. Hewl didin îradeya jinan û gelan tune bikin. Em vê qebûl nakin. Gel bi tu awayî qeyûman qebûl nake.”   ‘Divê em li dijî zîhniyeta qeyûm bibin yek’   Tulayê destnîşan kir ku li rojavayê Tirkiyeyê jî, partî û aliyên ku deng dane me jî li dijî qeyûm û desthilatdariyê bi bertek in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber her kes dizane. Ev guleyeke li demokrasiyê hatiye xistinê ye. Desthilatdarî hewl dide HDP’ê krîmînalîze bike. Hewl didin îradeya HDP’ê ji holê rabikin. Aliyê li dijî rejîma yek kesî serî natewînin jî vê dizanin. Hêviya me ya herî mezin, tifaqa demokrasiyê ya ji vir pêş dikeve, mezin bibe, rêxistinkirî be û berfireh be. Di heman demê de tevgera jinan, tevgera jinên Kurd li dijî qeyûman peyama ‘Hevserokatî yanî nûneriya wekhev, xeta me ya mor e’ dide. Me ev xeta mor wisa hêsan qezenc nekir. Em bi bedelên mezin heta îro hatin. Jinan li zindanan îşkence dît, hatin surgunkirin, canê xwe dan û hatin vê rojê. Wê tu jin dest ji vê destkeftiyê bernede.”   ‘Divê pira piştevaniyê bi awayekî xurt bê avakirin’   Tulayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku divê li dijî zîhniyeta qeyûm têkoşîna jinan a rêxistinkirî bê pêşxistin û mezinkirin û wiha pê de çû: “Li dijî zîhniyeta AKP’ê ya hewl dide HDP’ê parçe bike, divê tora têkoşînê ya xurt bê avakirin. Divê bi çar destan HDP û şaredarî bên hembêzkirin. Gelê me berpirsyariya xwe tîne cih, lê divê em bi vê sînor nemînin. Divê çalakiyên me mezintir bibin û em zêdetir xwedî li vê pêvajoyê derkevin. Divê di bin navê tifaqa demokrasiyê de kesên li zîhniyeta qeyûm in, bi awayekî xurt têkoşîna rêxistinkirî bimeşînin. Qeyûmên îro tayînê Amedê bûne dibe ku sibê tayînê Stenbol, Enqere û Îzmîrê bibin. Ji ber vê xwedîderketinek xurt pêwist e. Divê em pira piştevaniyê xurt ava bikin.”