Ji HDK'ê plansaziya çalakiya li dijî qeyrana aboriyê 2019-09-28 15:16:28   ENQERE- Rêveberiya HDK'ê ya Bajarê Enqereyê, li Enqereyê dest bi starta kampanya têkildarî krîza aborî kir. Wê di vê xebatê de li dijî krîza aborî civakê bi rêxistin bikin alternatifên jiyanek nû pêş bixin.    Lijneya Rêveberiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 26'ê Îlonê de li Stenbolê civîn pêk anî û encama wê diyar kir. Piştî civînê têkildarî krîza aborî li Enqereyê dest bi kampanyayê kirin. Rêveberiya HDK'ê ya Enqereyê li Enqere starta kampanyayê da. HDK'ê li Şaxa SES'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist û starta kampanya da. Hevberdevka HDK'ê ya Enqereyê Fatma Kiliçarslan, diyar kir ku nokteya wan a tevgerê krîza aborî ye û wiha got: "Di kampanya de ked, xweza, jin yên di qada civakî de bandora xwe li ser jiyan, çand, tenduristî û perwerdehiyê dikin bigirin dest. Krîza aborî ya li welatê me rû dide, hem bingehîn e û hem jîu encama rant, talan û wêrankirinê ye. Encama polîtîkayên nelirêtî û diziyê ne. Sedema sereke ya kriza aborî pergala kapitalist bi xwe ye. Li dijî vê yekê pêdivî bi têkoşînê û rêxistinkirina qada muxalif heye. Li dijî krîza aborî em ê heta15'ê Cotmeha 2019'an panel, seminer, civînên gel li dar bixin. Em ê kargeriyên biçûk ava bikin û belavokên destan belav bikin. Em ê li tax, kolan û kuçeyan têkildarî krîza aborî esnaf û welatiyan hişyarû agahdar bikin. Bi rêxistin bikin.    Divê peymana Cenevre ya ku Tirkiye îmze kiriye dîsa bê bibîrxistin û statuya penaber û koçberan bê naskirin.