'Desthilatdarî ji bo li ser piyan bisekine kozên xwe yên dawî bi kar tîne' 2019-09-28 09:02:36   Berîtan Canozer   AMED - Semra Guzel a HDP’î diyar kir ku hikûmeta tirk tehemulê hebûna yek Kurdekî nake û got: “Desthilatdarî ji bo li ser piyan bisekine kozên xwe yên dawî dilîze. Hewl dide rojevê biguhere û rihê netewperestiyê ligel xwe bigire. Parçebûna nav xwe, bi guhertina rojevê vedişêre. Lê civak her tiştî dibîne û dizane.”   Hefteyek berê wezareta tenduristiyê ji bo Midûriyetên Tenduristiyê ya Riha û Mêrdînê nivîsek şand û bi sedema ‘ji ber tevgera derveyê sînor tê plankirin’ destûrên xebatkarên tenduristiyê betal kir. Ji bajarên derdorê jî ji bo Mêrdîn û Rihayê xebatkarên tenduristiyê hatin şandin. Tirkiye ku ji bo operasyona dersînor xwe amade dike, êrîşên wan yên li hember herêmên Kurd ya di sînorên wan de jî rastî berteka civakê hat. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel operasyona dersînor nirxand û got ev amadekarî wê negihêje armanca xwe.   'Tehemulî hebûna Kurdan nakin'   Semrayê daxuyakirin ku hikûmeta tirk her tim hewl dide rojevê biguhere û got civak li dijî politîkayên şer bi bertek in û şer naxwazin. Semrayê wiha berdewam kir: “Her cara ku serê Tirkiyeyê dikeve tengasiyê, li hember Kurdan operasyonan pêk tîne. Li herêmên Kurdan her tim di êrîşê de ne. Yanî tehemulê hebûna yek Kurdekî jî nakin. Di korîdora ewlehiyê de tiştên Tirkiyeyê daxwaz kir pêk nehatin. Dixwestin li sînorê Sûriyeyê heta 30 metreyî korîdorê ava bikin, ekîbên xwe lê bicih bikin, baragehek mayînde ava bike. Ev jî tê wateya dagirkirinê. Planên wan yên guhertina demografîk hebûn. Lê nikaribûn van planan bikin jiyanê. Di hevdîtinên bi Amerîkayê re kirin re derfeta ku vê bikin jiyanê bi dest nexistin.”   'Desthilatdarî kozên xwe yên dawî dilîze'   Semrayê destnîşan kir ku ji ber bendewariyên Tirkiyeyê pêk nehatin vê car ket amadekariya tevgerê û wiha got: “Dagirkirina welatekî din, aliyê wê yê mantiqî bi tu awayî tune ye. Li welatê wan evqas pirsgirêk hene, weke ku rewşa wan gelek baş e, radibin hewl didin welatên din xera bikin. Ji bo Tirkiyeyê wek tehdîd dibînin. Ev jî tê wateya ku ji gelên wî welatî nefret dikin. Polîtîkayek dijminahiyê mijara gotinê ye. Desthilatdarî ji bo li ser piyan bisekinin kozên xwe yên dawî dilîze. Hewl dide rojevê biguhere û rihê netewperestiyê ligel xwe bigire. Parçebûna nav xwe, bi guhertina rojevê vedişêre. Lê civak her tiştî dibîne û dizane.”   'Em ê li dijî polîtîkayên şer ên hikûmetê têbikoşin û aştiyê biparêzin'   Semrayê di dawiyê de diyar kir ku Tirkiye hewl dide xwe li ser Kurdan heyî bike û wiha pê de çû: “Desthilatdariyê êrîşê Kurdan kir û hewl da sempatiya netewperestan qezenc bike. Lê ev wê bi ser nekeve. Ne gelê Kurd ne jî gelên din wê destûrê nede vê. Em her tim li alî aştiyê bûn. Em bawer in ku wê xebatkarên tenduristiyê jî di vê mijarê de xwedî heman helwestê ne. Wê ne mirinê jiyankirinê tercîh bikin. Tevgerek pêk bê wê mirî û birîndar hebin. Wê xebatkar jî peywira xwe bînin cih. Wê ji bo jiyankirinê bixebitin. Bêguman em mirin û şer naxwazin. Wek Odeya Tabîban jî gotiye ‘şer pirsgirêka tenduristiyê ya gel e.’ Ji ber şer mirinê tîne, nexweşiyê tîne. Ji ber vê em ê li dijî polîtîkayên şer yên hikûmetê têbikoşin û aştiyê biparêzin.”