Şêniyên Enqereyê: Meclîs heye lê îcrat tune ye 2019-09-24 09:23:37   Habîbe Eren-Dîlan Babat   ENQERE - Ji vebûna TBMM’ê re demek kurt ma. Şêniyên Enqereyê bertekên xwe yên li hember krîza aborî û zêdebûna bihayan anî ziman û got: “Meclîs heye lê îcrat tune ye.”   Ji vebûna Meclîsa Netewa Mezin a Tirkiyeyê (TBMM) re demek kurt ma. Di 1’ê cotmehê de wê meclîs vebe û pakêta reforma darazê wê di komîsyonê de bê nirxandin. Çend roj man ji vebûna meclîsê re û me ji welatiyên Eqereyê pirsa ‘meclîs we temsîl dike an na’ pirsî. Xwendekarek zanîngehê ku nexwest navê xwe bide wiha got: “Dema em li rewşa niha dinêrin, rewşa ciwanan ne baş e. Her tişt biha ye. Pereyê wargehan zêde bûye. Divê ev bên rojeva meclîsê. Divê şertên perwerdeya xwendekaran bê başkirin. Partiyek siyasî me temsîl dike. Yên din nakin. Daxwaza me ev e ku şertên xwendekaran bê başkirin.”   ‘Em pêvajoyek giran dijîn’   Welatiyekî din ket navberê û wiha got: “Meclîs cihê îradeyê ya ku gel temsîl dike ye. Lê dema em dinêrin îro hemû raye hatine girtin. Mijara qanûnî girîng e. Xebatên wê tên kirin lê yekalî ye. Di biryarên tên girtin de, em di rêveberiyeke di bin navê demokrasiyê de ne. Em dixwazin ji bo pêşeroja gelê me bi xêr be. Di şertên aborî û siyaseta Tirkiyeyê de pirsgirêk hene. Xwendekarên zanîngehê diqedînin betal in. Em pêvajoyek giran dijîn. Hêvîdar im xerabtir nebe.”   ‘Der barê xwendekaran de xebatek nayê kirin’   Welatiyek din destnîşan kir ku der barê xwendekaran de tu tiştek nayê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Yek parlamenterek me temsîl nake. Ez xwendekar im, li vir dixwînim. Li wargeha KYK’ê dimînim. Wargeh biha bûn. Xwarin biha bûn. Em ji hawira siyasetê ne razî ne. Siyasetek azad nayê meşandin. Berê mirovan bi rehetî fikra xwe digotin, niha ev tê çewisandin. Ligel vê divê şert û mercên perwerdeyê bên başkirin.”   ‘Her kes hewl dide bêrîka xwe tije bike’   Welatiyek din ev tişt anî ziman: “Tu parlamenterek me temsîl nake. Dibêjin her tişt erzan e. Lê em li bazarê bi 50 TL bi yek poşetî tên malê. Faliyetên meclîsê ji bo dewlemendan tên kirin. Ji xizanan re nayê kirin. Daxwaza me ev e ku biha erzan bibin. Meclîs me nafikire. Her kes hewl dide bêrîka xwe tije bike. Ez xizmeta 4 avahiyê dikim , xwendekaran didim xwendin. Têrî me nake. Bursê nadin zarokên min. Zarokên me dibistanê diqedînin dişînin leşkeriyê. Dengan ji me dipên. Piştre jî fatureya wê li me dibirin.”   ‘Cezayê wê em dikşînin’   Welatiyek din jî diyar kir ku dema namzetên parlamenteriyê tên nîşandan, kes nabêje ku hûn çi dibêjin û wiha got: “Hinek tên dibêjin namzetê min di vê rêzê de ye. Lê namzetên me di lîsteyê de jî tune ne. Em jî neçar dengê xwe didin wê partiyê. Dema wisa dibe, cezayê wê jî em dikşînin. Li Tirkiyeyê aborî têk çûye. Tevî her cureyê derfetê me heye, pîvaz jî îthal bûye. Ez pêşerojê baş nabînim. Tu bandora meclîsê jî nemaye.”   Welatiyek din jî bi lêv kir ku ew êdî bêzar bûne û der barê rewşa aboriyê de axivî û got gel pir westiyaye. Welatiyek din jî bal kişand ser pirsgirêkên veguhestinê û got: “Gelek daxwazên me hene lê kes nayne cih. Divê ev bên başkirin.”   ‘Meclîs heye îcrat tune ye’   Welatiyek din da zanîn ku kesên ku ciwanan temsîl bike tune ye û wiha dawî lê anî: “Meclîs wê vebe, ji bilî wê îcrat tune ye. Divê li Tirkiyeyê perwerde, edalet û hiqûq bê axaftin. Meclîs fonksiyona xwe nayne cih. Ger bianiya cih wê evqas jin nehatibana kuştin. Divê demildest ev pêk bên.”