Halîde Turkoglu: Divê hikûmet banga Abdullah Ocalan li ber çavan bigire 2019-09-23 09:13:22   Berîtan Canozer   AMED - Cigira Hevseroka Giştî ya DBP’ê Halîde Turkoglu, diyar kir ku polîtîkayên şer yên li Rojhilata Navîn tên jiyîn bi rakirina tecrîdê dikare bidawî be û got: “Divê hikûmet banga Birêz Ocalan li ber çavan bigire û dest ji şer berde, ji bo çareseriyê hewl bidin.”   Hikûmeta Tirk, êrîşên li hember derveyê sînor ji ser zimanê xwe naxîne. Di rojên borî de Wezareta Tenduristiyê, ji bo Midûriyetên Tenduristiyê yên Riha û Mêrdînê nivîsek şand û di nivîsê de hat gotin ku ji ber tevgera derveyê sînor ya tê plankirin ku bê kirin, destûrên hemû xebatkarên tenduristiyê hatiye betalkirin. Di heman demê de li Kampa Mexmûrê jî meheke ambardo didome. Şêniyên li Mexmûrê ji mafên perwerde, tenduristî û îstîhdamê fêdeyê nagirin. Cigira Hevserokatiya Partiya Herêmê ya Demokratîk (DBP) Halîde Turkoglu polîtîkayên şer yên hikûmetê nirxand.   ‘Ger tecrîd rabe wê pevçûn bidawî be’   Halîdeyê got dema pêvajoya li Rojhilata Navîn dinirxînin, beyî tecrîdê nikare bê nirxandin û wih agot: “Rastiyeke gelê Kurd ya bi salane tê zanîn heye. Gelên cîhanê jî êdî vê dibînin. Yek sedema şerê li Rojhilata Navîn ev e ku hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re hatine birîn. Bi rakirina tecrîdê re dikare pêvajoya şerê li Rojhilata Navîn bê rakirin. Di encama grevên birçîbûnê de tecrîd hat şikandin. Deriyên Îmraliyê vebûn. Lê ev nayê wateya bi giştî tecrîd rabûye. Hikûmet ji bo polîtîkayên şer bide meşandin, nahêle ev hevdîtin pêk bên. Ji ber ji şer rantê dike."   ‘Rejîm qels dibe’   Halîdeyê destnîşan kir ku desthilatdarî ji dîrokê dersan dernaxe û got gel şer naxwaze û vê di her derfetê de tîne ziman, lê hikûmet çav û gûhên xwe lê digire. Halîdeyê ev tişt bi lêv kir: “AKP û MHP li ser polîtîka şer xwe heyî dike. Li şûna guh bidin banga aştiyê serî li polîtîkayên dagirkirinê didin. Li hember Başûr, Efrîn û Rojava şer da destpêkirin. Çiqas devê xwe vekir behsa şer û dagirkirinê kir. Hewl da eleqeya oldar û netewperestan bikşîne ser xwe. Ket axa gelên din û dagir kir. Kurd destûrê nadin vê. Ev rejîm bi vî awayî nikare bidome. Ev rejîm ji xwe roj bi roj qels dibe. Em vê dibînin.”   ‘Divê statuya xweser a Kurdan hebe’   Halîdeyê destnîşan kir ku Gelê Kurd bi hezaran salane li ser vê axê dijîn û Gelê Kurd teşeyê jiyana xwaser esas digire û wiha got: “Kurdan dewletbûn nexistiye rojeva xwe. Armancek wan ya bi vî rengî tu car çênebû. Lê ji bo jiyaneke xweser her tim têdikoşin. Li Rojhilata Navîn yek ziman, yek ol, yek çand tune. Em erdnîgariyeke ku dikarin azad lê bijîn dixwazin. Heta statuyek xweser a Kurdan tunebe wê bi polîtîkayên şer re bên rû hev. Gelê Kurd divê yekîtiya neteweyî ava bike û rêxistinbûnaxwe bikin. Ger yekîtiya netewî ya Gelê Kurd pêk bê wê hîn bêtir xurt bibin û wê têkoşîna rêxistinkirî jî dest pê bike.”   ‘Navê vê dagirkirine’   Halîdeyê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Êrîşê kampa Mexmûrê kirin. Ambargoya didome, ji ber nebûna yekîtiya Gelê Kurd didome. Dewleta Başûr li şûna ambargoya li Mexmûrê rake, li gorî berjewendiyên Kurdan tevdigerin. Divê dest ji vê polîtîkayê berdin, nirxên ahlaqî tune dikin. Lê Gelê Kurd wê tu car şûnde gavê navêje. Ne gelê Mexmûrê ne gelê Başur û ne jî yê Rojava wê destûrê nede vî şerî. Şaşiya ku hikûmetê li Efrînê kir divê carek din neke. Tu fêdeya şer ji gelan re tune. Berovajî vê dide windakirin. Divê hikûmet bala xwe bide banga Birêz Ocalan û dest ji şer berde, ji bo çareseriyê hewl bide.”