‘Wê îtîraza me ya li dijî qeyûman bilind bibe’ 2019-09-17 09:08:33   Berîtan Canozer   AMED - Çalakî û bertekên li hemberî tayînkirina qeyûman a şaredariyan didomin. Parlamenterên HDP'ê Salîha Aydenîz û Dîlan Dîrayet Taşdemîr da zanîn ku li dijî qeyûman dê berxwedana xwe bidomînin û mafê xwe yê rewa bikartînin.    Li dijî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin en Amed, Wan û Mêrdînê her ku diçin zêdetir dibin. Gel di xwedî derketina li îrade û şaredariyên xwe de bi biryar in. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Amedê Salîha Aydenîz û parlamentera Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, bandora qeyûman, serhildana jinan û îtîrazên civakê nirxand.   ‘ Wê bi ser nekevin’   Salîha, daxuyakirin ku dîroka Tirkiyeyê bi darbe û komkujiyan tijeye û ji 19’ê tebaxê heta niha yek tarîtiyek tê jiyîn û wiha got: “Ji 19’ê tebaxê de gel li dijî qeyûman li  ber xwe dide. Em bi gel re li dijî darbeyê têkoşîna demokrasiyê dimeşînin. Ne tenê Gelê Kurd ji aliyê hemû gelan ve îtîraz bilind bû. Li her derê li dijî qeyûman gel daketin qadan û gotin ev darbeye. Tifaqa AKP û MHP’ê der barê qeyûman de daxuyaniyekê nadin. Li şûna vê hewl da rojeva welat biguhere. Her roj bi rojeveke cuda tên li hemberê me. Niha rojeva wan dayikên li ber avahiya me rûniştine. Ew dibe ku em wan dayikan ji wir derxin an jî êrîş bikin. Lê koza wan destê wan de teqiya. Hêviya wan nehat cih.”   ‘Em ê ranewestin’   Salîhayê destnîşan kir ku tifaqa AKP û MHP’ê ji bo Kurdan biqedîne hewl dide û wiha pê de çû: “Her êrîşa dikin di esasê de wê wan biqedînin. Dawiya xwe amade dikin. Dawiya desthilatdariya wan hat. Ew jî vê baş dizanin. Ji ber vê dizanin jî serî li şîdetê didin. Gel qeyûm qebûl nake. Wê ew jî xwe bi vê faşîzmê nikaribin bidin qebûl kirin. Gel wê heta dawiyê berxwe bide. Em ê jî berxwe bidin. Em ji vê rê venagerin. Em çalakiyên xwe didomînin. Heta şaredarî neyên girtin em ê nesekinin.”   ‘Jin wê têkoşînê mezin bikin’   Dîlan, jî bi lêv kir ku 29 roj in îradeya wan hatiye desteserkirin û got îtîraza jinan a li hemberê vê mezin e û wiha got: “Em xespkirina îradeyê qebûl nakin. Qeyûm û zîhniyeta wan zîhniyeta dagirkirinê ye. Herî zêde jin li dijî vê dertên. Li her derê li ber xwe didin. Ji ber vê jî hedefa qeyûman ewil jin û destkeftiyên jinan e. Dixwazin destkeftiyên jinan tune bikin. AKP û MHP koletiyê li jinan ferz dike. Jin wê tu car vê qebûl nekin.”   ‘Îtîrazên me wê bilind bibin’   Dîlanê bi lêv kir ku desthilatdariyê heta îro di her mijarê de jin hedef girtiye û wiha got: “Hewl didin jiyana jinan veguherin cehnemê. Hewl didin jinan bê parastin bihêlin. Ne tenê jinan, dixwazin çand, dîrok û xwezayê jî bê parastin bihêlin. Hewl didin her derê bikin mêr. Jin desthilatdariya 17 salî ya AKP’ê baş nas dikin. Em ê îtîrazên xwe yên li hember qeyûman bilind bikin.”