Endamên meclîsa HDP’ê ya Mêrdînên 29 roj in nikarin bikevin şaredariyê 2019-09-16 09:10:09   MÊRDÎN - Yek ji endama meclîsa şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya HDP’ê, Turkan Erol diyar kir ku ji roja qeyûm hatiye tayînkirin de li ber avahiyê di çalakiyê de ne û destûr nayê dayîn ku bikevin şaredariyê û got: “Qeyûm ji nûve ji bo diziyê û neliretiyê hat tayînkirin. Lê em şêniyên Mêrdînê li dijî nelirêtiyan nikarin bêdeng bimînin."   Bi talîmata Wezareta Karê Hundir re ji bo sê şaredariyên bajarê mezin yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin. Dorpêça polîsan a li dora şaredariya Mêrdînê jî bi rojane didome. Li Wanê jî roja qeyûm hat tayînkirin meclîs fes kir û gelek endamên meclîsê ji peywirê hatin dûrxistin. Heman rewş li Mêrdînê jî hat jiyîn. Li Şaredariya Mêrdînê ji HDP’ê 32 heb ji AKP’ê jî 22 endamên meclîsê hebûn. Ji roja qeyûm hatiye tayînkirin şûnde destûr nehat dayîn ku endamên meclîsê bikevin şaredariyê û li şûna endamên meclîsê, 4 karmed hatin tayînkirin û hat hînbûn ku qeyûm biryara meclîsê girtiye. Yek ji endamên meclîsa şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê Turkan Erol, da zanîn ku wê nikaribin îradeya gel bê xespkirin û vê bi tu awayî qeyûman qebûl nakin.   '29 roj in nikarin bikevin şaredariyan’   Turkanê daxuyakirin ku ji roja qeyûm hatiye tayînkirin destûra ketina şaredariyê nayê dayîn û got bi rojane şaredarî di bin dorpêçê de ye û wiha pê de çû: “Ji roja qeyûm hatiye em nikarin bikevin şaredariyê û meclîs jî kom nebûye. Qeyûm bi 4 karmend tayîn kiriye biryara meclîsê girtiye. Polîs nahêle em bikevin şaredariyê. Li hember me derdora şaredariyê girtine. Li şûna me karmend tayîn kirine. Em vê qebûl nakin. Ev dijhiqûqiye. Ev polîtîka tenê li Kurdistanê pêk bê. Ew ne îrada me ne, em wan qebûl nakin.”   ‘Gel wê destûrê nede diziyê’   Turkanê daxuyakirin ku qeyûm ji nûve ji bo diziyê bike hatiye tayînkirin û got wê destûr nedin ku nelirêtiya berê hatiye kirin dîsa dubare bike û wiha dawî lê anî: “Li Muş û Wanê gelek hevalên me ji endamtiya meclîsê hatin dûrxistin an jî meclîs hat feskirin. Li vir jî dibe ku ev tişt bên kirin. Lê ya girîng ev e ku gel xwedî li îradeya xwe derkeve. Gel em hilbijartin. Ji ber vê divê gel li dijî van polîtîkayan berxwe bide. Nelirêtiyên berê kirine hemû li ber çavan e. Ji bo wan nelirêtiyan bikin, pereyan bikin bêrîka xwe ji nûve qeyûm tayîn kirin. Qeyûm ji bo diziyê dîsa tayîn kirin. Gelê Mêrdînê vê baş dizane. Li ser keda gel rûdinin. Tu mafê kesî tune wisa bike. Sê salan wisa kirin niha hewl didin dîsa bikin. Lê em ê destûrê nedin vê.”