'Ji bo şikandina tecrîtê pêdivî bi têkoşîna hevpar û bi rêxistinî heye' 2019-09-16 09:01:57   Zeynep Durgut   WAN - Parlementera HDP’ê ya Stenbolê Dilşad Cambaz Kaya têkîldarî qutkirina hevdîtinên  bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nirxandin kir. Dilşadê diyar kir ku ji bo şikandina tecrîtê pêdivî bi têkoşîneke hevpar a bi rêxistin heye.    Ji bo rakirina tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çalakiya grevên birçîbûnê bi pêşengiya Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin di roja xwe ya 200’î de bi dawî bibû û hevdîtinên parezeran yên bi miwekilê wan re  hatibûn destpêkirin.  Herî dawî di 7’ê tebaxê de parezeran bi miwekîlê xwe  Abdullah Ocalan re li Îmraliyê hevdîtin pêk anî bû û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di vê hevdîtinê de diyar kir ku ew dikare pirsgirîka kurd di heftiyeke de çareser bike û gotibû ku ew ji çareseriyê re amade ye. Piştî wê hevdîtinê şûnde serlêdanên ji bo  hevdîtinan ên parezeran û malbatan hatin redkirin. Der barê tecrîta li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Dilşad Cambaz Kaya nirxandin kir.    ‘Tecrît li ser dayikên şemîye, li ser karkeran û li ser jinan pêk tê’   Dilşadê destnîşanî pêvajoya greva birçîbûnê kir û got ku li Tirkiyeyê tecrît ne tenê li girtîgehan e li her kolanekî mirov dikare bibîne û wiha axivî;”Ji sala 2015’an heta niha tecrîteke giran heye. Ji wê salê heta îsal bi tu awayî hevdîtin pêk nehatin. Ji bo ku tecrîtê bişkine bi pêşengiya  parlementera me û hevseroka KCD’ê Leyla Guven greva birçîbûnê hate destpêkirin. Greva ku hat destpêkirin pel bi pel li hemû girtîgehên Tirkiye û heremê belav bû. Di wê pêvajoyê de peyam aşkere bû. Ev tecrît di şexsê birêz Ocalan de pêk dihat. Ger ku hûn li îmraliyê binêrin hûn ê wê demê bizanibin ku tecrîdeke giran heye. Ev tecrît li Îmraliyê hat destpêkirin û niha li ser hemû gelê kurd pêk tê. Ev tecrît li ser dayikên şemîye, li ser karkeran û li ser jinan pêk tê. Ger ku em îro nikarîn bikevîn kolanan ev bandora tecrîtê ye. Ev tecrît bêgûman bi berxwedaneke bêhempa kêm ji be hate rakirin. Di vê berxwedanê de berdelên giran hatin dayîn. Lê ev berdel ji me re bûn firehkirina qadên têkoşînê.  Di wê pêvajoyê de ji bo ku zarokên wan nemirin dayîk li kolanan di têkoşînê de bûn. Piştî berxwedanê hevdîtin pêk hatin. Lê niha çi guherî? Dewletê li Stenbolê wenda kir û hevdîtin bi zanebûn qut kirin.”    ‘Hikûmet neçariya xwe û xelasbûna bi qutkirina hevdîtinan dide nîşandan’   Dilşadê bi lêv kir ku qutkirina hevdîtinên bi îmraliyê re bi hilbijartinên Stenbolê re girêdayiye û wiha dom kir;” Divê em hilbijartina Stenbolê ne wekî hilbijartineke ji rêzê bibinîn. Ji ber ku ev hilbijartin aşkerekirina polîtîkaya Rojhilata Navîn bû. Hikûmetê xwest kirinên xwe bi pêkanîna hilbijartinên Stenbolê bide wendakirin. Lê wisa nebû û li gorî  daxwaziya wan nemeşiya. Di hevdîtinên yekem yên bi îmraliyê re ji peyama Suriyê û pirsgirîkên girtîgehan hatin nirxandin. Niha hevdîtin dîsa hatine qutkirin. Ji ber çi û çi guherî? Birêz Abdullah Ocalan di peyama xwe ya dawî de dibêje ez dikarim vê pirsgirîkê di heftiyeke de çareser bikim û ez ji bo vê amade me. Sedemeke vê peyamê heye û divê ev peyam baş bê xwendin. Niha li başurê Kurdîstanê hevdîtinên heyeta me didomin. Berdewamkirina pêvajoya muzakerayan pir hêsane. Ji bo çareseriyê kirde aşkere ye û dewlet vê yekê baş dizane. Hikûmet neçariya xwe û xelasbûna xwe bi qutkirina hevdîtinan nîşan dide. Niha li hemû girtîgehên Tirkiyeyê binpêkirina mafan berdewam dike. Ev pêvajo hemû bi hev re dimeşin. Niha tehemmula wan ji bo çalakiyeke ji rêzê jî nîne. Bi van pêkanînan dixwaza aştiyê ji nedîtî ve bên. Divê em vê pêvajoyê baş bixwînin û li gorî wê di daxwaza aşitî û azadiyê de israr bikîn.”   ‘AKP 17 sal in bi polîtîkayên îzalasyonê xwe li ser piyan digire’   Dilşadê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên Tirkiyeyê yên li Rojhilata Navîn û wiha got:” Ji polîtîkayên Rojhilata Navîn herî zêde Tirkiye bandor dibe. Ew kesên ku şer dixwazin aboriya welat ber bi aloziyê ve dibin. Di salekê de her tişt hat buhakirin û pêdiviyên herî mirovane ji gel nikare pêk bîne. Evqas zem tê kirin çima mûçeyê karkeran nayê zemkirin. Gel nikare tiştê herî pêwist jî bikire lê dewlet dikare çekan bikire. Tiştê tînin ziman tenê şer e. Hikûmeta AKP’ê ev 17 sal e bi van polîtîkayên talankirin û îzalasyonê xwe li ser piyan digire. Lê bila ev baş bê zanîn ku ev polîtîka wê dawî li wan bînin.”    ‘Tecrît dê bi têkoşîn û rêxistina me ya  hevpar hilweşe’    Dilşadê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku li dijî tecrîtê hêza herî mezin rêxistinkirina têkoşînê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir;” Ji binpêkirina mafên girtîyan û heta bi pirsgirîkên civakê her tişt bi hev re girêdayî ye. Îktîdara berê û ya niha heman polîtîkayê didin meşandin. Ne şer, ne aloziya aborî, ne têkoşîna jinan ne ji binpêkirina mafên girtîyan ne ji hev cuda ye. Divê em vê yekê bi hev re bibînin. Îktîdar bi şer  xwe têr dike. Ji bo ku em li dijî vê polîtîkayê bibîn mertal, divê em têkoşîneke hevpar bidîn meşandin. Ji bo Tirkiyeke û Kurdistaneke azad divê em tebikoşîn. Ev ji wê bi têkoşîna me ya hevpar pêk bê.”