Li Erdîşê projeyên şaredariyê ketin meriyetê 2019-09-14 09:12:34   Hîkmet Tunç   WAN - Şaredariya HDP’ê ya Erdîşê ku bi hedefa ku şaredariya jinê bikin jiyanê xebatan dimeşîne, tiştên ku pergala hevserokatiyê bidest xistiye datîne holê. Hevşaredara Erdîşê Yildiz Çetîn ku ji îstîhdamê heta xebatên rê, starta gelek projeyan da wiha got: “Partiya me bi pergala hevserokatiyê jin xist navenda jiyanê.”   Namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên li Erdîşa Wanê di hilbijartinên 31’ê adarê de şaredarî ji qeyûman girt û piştî hilbijartinan hevşaredarên dest bi peywirê kirin, şaredarî bi deynekê mezin dewr girtibûn. Hevşaredar Yildiz Çetîn der barê projeyên xwe yên di 4 mehan de xistine jiyanê ji perwerdehiyê heta îstîhdamê heta xebatên li dijî şîdeta li hemberî jinê, nirxandin kir.   ‘Em pergala hevserokatiyê didomînin’   Yildizê ji bo pergala hevserokatiyê gotinên wek ‘Ji bo cîhanê modelek mezin e’ bikaranî û got: “Pergala ku partiya me di 2014’an de bi rêveberiyên herêmî xist jiyanê, em didomînin. Nûneriya wekhev li hemû yekîneyên me bicih bûye û ketiye jiyanê. Me nêzî du salan ji gel re bi nûneriya wekhev xizmet meşand. Piştî qeyûman di 31’ê adarê de me dîsa bi pergala hevserokatiyê berdewam kir.”   ‘Ji aliyê gel ve eleqeyeke mezin dît’   Yildizê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Pergala hevserokatiyê ji aliyê gel ve eleqeyeke mezin dît. Dema em diçûn qadê me dît ku, me li hemberê zîhniyeta serdest gelek tişt derbas kiriye. Di hilbijartinên herêmî de bajarekî bi esasa jinê, nêrîna jinê çiqas rast e me dît. Partiya me bi pergala hevserokatiyê jinê dixe navenda jiyanê.”   ‘Me bi hêza xwe ya xweser dest bi xebatan kir’   Yildizê destnîşan kir ku baweriya gelê Erdîşê, ji ber hevşaredara berê Dîba Keskîn, bi serkeftina jinê tam bû û wiha pê de çû: “Roja me dest bi peywirê kir me soz da ku em ê bi şaredariya zelal xebatan bimeşînin. Ji roja ewil de me hatin û çûyîna şaredariyê bi afîşan nîşanê gel da. Piştre me gel tevlî meclîsa xwe kir. Me gel tevlî kir û bi hêza xweser xebat da destpêkirin. Ji peyarêyan bigirin heta konteynirên çopê, wesayîtên astengdaran, kompleksên jinan û mêvanxaneyên jinan, me bi şîara ‘Em ê bajarên xwe jî, xwe jî bixwe birêve bibin’ dest bi xebatan kir.”   ‘Hîna bandora erdhêjê li navçeyê heye’    Yildizê di berdewamiyê de wiha got: “8 sal berê erdhêj li navçeyê pêk hat. Hîna jî bandora wê li navçeyê heye. Ji kolan û peyarêyan bigirin gelek pirsgirêkên din hene. Gelo me hemû çareserkirine? Na. Lê ez dikarim bêjim ku me ji sedî 50 çareser kiriye. Di çarçoveya xebatên jinan de me plansaziyek kir. Ev du meh in em xebatên qadê dimeşînin. Me mêvanxaneyeke jinan ava kir. Ev mêvanxane li hember nexweşxaneyan dewletê ye û jinên ji gundan bên nexweşxanê û wê rojê nikaribin vegerin wê bi zarokên xwe re li wir bimînin. Hevalên me yên xebatkar wê biçin ber nexweşxanê û bi malbatan re bikevin têkiliyê û bê pere wê ximzetê bide. Dîsa li ber nexweşxanê her sibêhê belavkirin şorbeyê didome. Bi vebûna dibistanê re wê li ber dibistanan jî bê belavkirin.”   ‘Xeta Alo Şîdet hat vekirin’   Yildizê bi lêv kir ku Atolyeyên Zayenda Civakî li taxan didomînin û wiha pê de çû: “Me kopleksek jinê çêkir. Ji ber nifûsa navçeyê zêde ye, em ê van zêde bikin û ji bo hemû jinan xizmetê bidin. Dîsa pirtûkxaneyên me hene. Qursên me û kreşên me hene. Me di çarçoveya têkoşîna li hember şîdeta li ser jinan de xeta Alo Şîdetê ava kir. Li her taxê atolyeyên zayenda civakî didomin. Me der barê îstîhdama jinê de gelek proje xistin jiyanê. Me xebatên koperatîfê dan despêkirin. Atolya me ya tekstîlê ya ku îstîhdamê dide nêzî 100 jinî dest pê kir. Ji bo etaba duyemîn a peravê, jin wê berhemên xwe yên li malê çêdikin li wir bifroşin. Me peyzaja wê qedand. Biharê wê dest pê bike. Me îhala du bazarên taxê kir. Yeli taxa Çelebîbag ya din li Kocapinarê ye. Me li TOKÎ’ya jor ji bo jin bên îstîhdamkirin me kafe vekir. Li TOKÎ projeya me ya mala mantiyê heye. Erîşte jî wê li wir bên çêkirin.”   ‘Ji bo astengdaran îstasyonê şarjê’   Yildizê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku ji bo astendaran jî li navendên wan wê aktîvîteyên civakî û qurs bên dayîn û got ji bo qursiyên wan yên bi tekerlek îstayonên şarjê çêkirine û dîsa ji bo xwendekaran jî pirtûkxaneyan niha çêdikin. Yidizê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me otobuseke xera bûyî veguhert pirtûkxaneyê û me li ser riya wanê bicih kir. Bi kampanya ‘kevir ji me, çêkirin ji gel’, alavên hewcedariya gel danê û di çêkirina taxan de piştgiriyê didin me. Kampanya me niha li her taxê didome. Me li alî Elcewazê xaniyên apart çêkirin. Ji bo eleqeya turîstan bikşînin xebatên me didomin. Projeyên me yên der barê çandiniyê de jî didomin. Ji bo pêşvebirina çandiniyê gelek projeyên me hene. Em li cihê Germav derdikeve serayê wê ava bikin. Me starta plana 5 salan da. Di vê esasê de em ê xebatan bimeşînin.”