Remziye Tosun: Em ê neyên lîstikên desthilatdariyê 2019-09-13 09:13:08   Berîtan Canozer   AMED - Parlamentera HDP’ê Remziye Tosun, diyar kir ku bi tu awayî nikare vegotina xespa îradeyê bê vegotin û got ew bi darbeyeke siyasî re rû bi rû ne. Remziyeyê bi lêv kir ku ew amade ne malbatên li ber HDP’ê runiştine guhdar bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Malbatan li hember me sor dikin, lê wê negihêjin armanca xwe. Di vê mijarê de divê gelê me xwedî hişmendî be. Em ê neyên lîstika desthilatdariyê û heta em bigihîjîn armanca xwe jî em ê li kolanan bin.”   Zextên li hember HDP’ê ji 7’ê hezîrana 2015’an heta niha didomin û qeyûmên ewil di 11’ê îlona 2016’an de hatibûn tayînkirin, piştre jî hevşaredar û endamên meclîsê hatin girtin.  Di 19’ê Tebaxa 2019’an de dîsa Ji bo şaredariyên bajarên mezin yên Wan, Amed û Mêrdînê qeyûm hat tayîkirin û piştî vê gel ji bo protestoyê dest bi çalakiyan kir. Di vê pêvajoya ku çalakiyên li hember qeyûman berdewam dikin de, malbatên bi îdiaya zarokên wan revandine çiyê hatin ber avahiya HDP’ê û ligel polîsan bendemayîna xwe diomînin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun, tayînkirina qeyûman û polîtîkayên desthilatdariyê nirxand.   ‘Welat ber bi kaosê ve dibin’   Remziyeyê got cara duyem bi qeyûman re hatine rû hev, ev êrîş darbeyek siyasiye û wiha got: “Tu aliyê vê yê hiqûqî tune ye. Em armanca qeyûman baş dizanin. Her roj rêbazek nû diceribînin, lê bi ser nakevin. Bi qeyûman jn, ciwan, ekolojî, çand û xwezayê hedef digirin. Êrîşî destkeftiyan dikin. Ji statuyê ditirsin. Êrîşî yekitiya Gelê Kurd dikin. HDP bi siyaseta demokratîk hewl dide pira aştiyê ava bike. Dema ev kir jî ji 7’ê Hezîranê de bi dehan carî hat astengkirin. Endam, hevşaredar, rêveber, dildar, parlamenterên me hatin girtin. Tişta ku dikin jî welat dibe koasê.”   ‘Em nasekinin’   Remziyeyê daxuyakirin ku yekane riya ku ji kaosê bê derketin, yekitiya gelan e û ev tişt bi lêv kir: “Serî li her rêyê didin. Binçavkirin, zext, girtin, operasyonên dersînor, komkujiya xwezayê. Ji bo her cure xerabiyê li kurdan bikin hewl didin. Bifikirin dora avahiya me bi hezaran polîsî tê dorpêçkirin. Ev tirs e. Ditirsin ku gel û HDP bên cem hev. Ji meşandina siyasetê ditirsin. Ji ber HDP xwedî hêz û paradîgmaya ku gelan tîne hember hev e. Îro bi tayînkirina qeyûman dibêjin qey wê gel bitirsînin. Ev 20 roj in em bi gelê xwe re li ber xwe diin. Em şûnde gavê navêjin. Heta şaredariyên me şûnde neyên girtin em ê nesekinin. Pêkanînên faşîst yên AKP’ê wê bi me şûnde gavê nede avêtin. Em ê çalakiyên xwe bidomînin û zêde bikin. Berxwedan riya herî rewa ya li hember xespkirina îradeyê ye. Di vê mijarê de gel pir bi biryar e. Em wek partî bisekinin jî gel nasekine. Ji ber îtîraza wan heye.”   ‘Em ê neyên lîstikan’   Remziyeyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser malbatên li ber avahiya HDP’a Amedê û ev tişt vegot: “Em amade ne ku bi malbatan re bên cem hev, derdên wan guhdar bikin ligel wan bin. Lê divê malbat vê baş bizanin; Yên ew şandine, hewl didin ku me bi hev bidin şikandin. HDP partiyeke legal û rewa ye. 4 sale polîs li ber avahiyê disekinin û bi kamerayan dîmenan dikşînin. Ger zarokên xwe dixwazin bila ji polîsan bipirsin. Malbatan bi ser me de dişînin û hewl didin wan li hember me sor bikin. lê wê me bi hev nedin şikandin. Di vê mijarê de divê hemû gelê me xwedî hişmendî be. Ji bo HDP’ê krîmînalîze bikin serî li her rêyê didin. Em heta mafê xwe negirin jî em ê li kolanan bin.”