Salvegera serdema dîroka bixwîn: Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îlonê 2019-09-12 11:39:31   Habîbe Eren   ENQERE - Di ser dîroka bi darvekirinan tijî û tundiya ku derket lutkeyê 12' Îlona 1980'yî Daarbeya Leşkerî re 39 sal derbas bûn. Jinên kurd yên wekî Sakîne Cansiz, Gultan Kişanak û gelek jinên din wekî sembolên vê serdemê di rûpelê dîrokê de cihê xwe girtin.    Di ser Darbeya Leşkerî ya 12'ê Îolna 1980'yî re ku wekî serdema herî bixwîn ya li Tirkiyê cihê xwe di dîrokê de girt re 39 sal derbas bûn. Ev serdema ku bi darvekirin, îşkence, muameleya xirab û bi binpêkirina mafan tê zanîn hîna di binhişa mirovan de wekî îro zindî ye.  Di vê serdema ku kes li dadgehên rewşa awarete  hatin darizandin û dema binçavkirinan 90 roj derbas dikir gelek kes di encama van pinçavkirin û li girtîgehan bi îşkenceyên herî giran re rûbirû man û gelek kesî ji ber îşkenceya giran ku dihat kirin jiyana xwe ji dest da. Di vê serdemê de li gorî hejmarî daneyên fermî herî kêm 50 kes hat darvekirin, weşan hatin qedexekirin, gelek xebatkarên cemaweriyê ji kar hatin avêtin û gelek kes ji hemwelatîbûnê hat derxistin. Di hedefa darbekaran de çîna kedkar, sendîka, tevgerên çepgir, rêxistinên demokratîk, ciwanên zanîgehê, jin, kurdî elewî û kesên muxalî hebûn.    Bi darbeya leşkerî re gelek qanûn guherîn   Sibeha 12'ê Îlona 1980'yî, fermandarên leşkerî yên tirk ên wekî Kenan Evren, Nurettîn Ersîn, Tahsîn Şahîn Kaya, Nejat Tumer û Sedat Celasun ku Konseya Mîlî ya Ewlehiyê ava kirin, bi belavoka ku di radoyê de dan xwendin diyar kirin ku wan rêveberiya Tikriyeyê girtine bin destên xwe. Bi vê biryarê re heta sala 1983'yan Tirkiye ji aliyê leşkeran ve hat rêvebirin. Bi darbeya ku hat kirin re li gel guhertina gelek qanûnan di sala 1992'yan de Qanûna Bingehîna a Tirkieyê hat amadekirin, fermandarên leşkerî ev qanûn kirin meriyetê û Kenan Evren wekî serokomarê Tirkiyeyî serweriya xwe misoger kir.   Girtîgeha bi hejmar 5 a Amedê bû navenda îşkenceyê   Navedan Îşkenceyê ku li Rojhilat Mamak û Metrîs bû li Herêmê jî  Girtîgeha bi Hejmar 5 a Amedê bû. Pêşengên gelek rêxistinên çebgir hatin darvekirin û gelekên wan jî bi îşkenceyên giran re rûbirû hatin hiştin. Ji pêşengên kurd Mazlum Dogan li dijî şert û mercên nebaş ên li girtîgehê û pêkanên li ser Gelê Kurd di 21'ê Adara 1982'yan  roja Newerozê de li pişt xwe 3 darikên neftikê hiştin û jiyana xwe ji dest da.  Ruhê berxwedanê yê ku Mazlum Dogan li dû xwe hişt ji aliyê Ferhat Kurtay , Eşref Aanyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ve wekî berxwedana "Çaran" cihê xwe di dîrokê de girt. Li dijî pêkanînên dijmirovî ku berdewam kirin, Mehmet Hayrî Durmuş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz di encama çalakiya ku li dar xisin de li heman girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.  Di girtîgeha bi Hejmara 5 a Amedê de ji sala 1991'ê heta sala 1984'an ji 34 girtiyan zêdetir kesî li gorî hejmara fermî jiyana xwe ji dest dane.    12'ê Îlonê de jin   Bi gotina Kenan Evren ê ku got me Girtîgeha Amedê gîhand 12'ê Îlonê li gel ku girtîgeh înşaeta wê nîvcobû girtî hatin neqilkirin û wekî berirsiyar îşkencekar Esat Oktay ê îşkencekar li vê girtîgehê hat bicîhkirin. Herî zêde li vê girtîgehê jin hatin îşkencekirin. Jin di bin navê lêdana rojane de li hewşa qawîşê bi porê wan hat girtin û bi erdê re ahtin kaşkirin, li vê girtîgehê rojane her roj îşkence li jinan hat kirin, bi ava şid, tacîz û tecawizê re rûbirû hatin hiştin.    Ji van jinên ku li Girtîgeha bi Hejmar 5 a Amedê hatin îşkencekirin yek jê jî Hevşaredara serdema berê ya HDP'ê ya Amedê Guştana Kişanak ku niha di girtîgehê de ye ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin û yek ji pêşenga PKK'ê Sakîne Cansiz a ku di sala 2013'an de li Parîsê bi du hevalên xwe re hat qetilkirin e. Îşkenceya li vê geirtîgehê heta niha bûye mijara gelek pirtûk û fîlman.    'Berxwedan bi Sakîne Cansiz bi teşe bû'   Sakîne Cansiz a ku di sala 2013'an de li Parîsa Fransayê hat qetilkirin bi berxwedana xwe ya li dijî îşkenceyê û bi îşkenceya ku lê hatiye kirin dihat ansîn. Îşkenceya li Girtîgeha Amedê di kesayeta berxwedêr Sakîne Cansiz de li Qawîşa Jinan têk çû.  Gultan ya ku di daxuyaniyeke xwe ya derbarê Girtîgeha Amedê de bal kişand ser îşkenceya li vê girtîgehê ya serdema 12'ê Îlonê û  wiha bahasa berxwedana Sakîne Cansiz dike: "Îşkenceya li Girtîgeha Amedê li jinan hat kirin êrîşa êrîşa zayendî ya li dijî jinan bû lê em ne di ferqê de bûn. Lê sakîne wê demê ji me re aşkera kir ku bi îşkenceya li me hat kirin dixwazin di kesayeta me de rûmeta jinê bişikînin. Li wê girtîgehê bi xwebarbûna Sakîne Cansiz me li ser piyan hişt."   Kesên 17 salî hatin darvekirin   Rêveberiya Leşkerî ku serweriya xwe îlan kir, biryar darvekirinên ku wê êşawan bi salan berdewam bike jî da. Di vê serdemê de di serî de Necdet Adarli di 9'ê Cotmeha 1980'yî de hat darvekirin û piştre jî zarokê 17 salî Erdal Eren ê ku bi kuştina leşkerekî dihat darizandin hat darvekirin. Bi van darvekirinan re êşa darvekirinê ku wê bi salan berdwam bike jî bi gel dan jiyîn.    Li Tirkieyeyê her çend ku tê gotin qanûn hatine guhertin jî hîna Qanûna Bingehîn ya 12'ê Îlonê hebûna xwe berdewam dike û Tirkiye bi qanûnên ji yên wê serdemê dijwartir tê rêvebirin.