'Ji bo têkoşîna jinan a rêxistinkirî me pêngaveke girîng avêt’ 2019-09-11 09:21:26   Berîtan Canozer   AMED - Şandeya Jinan a HDP'ê ji bo hevdîtinan berê xwe da bûn Herême Federal a Kurdistanê û parlamenteran diyar kirin ku hevdîtin ji bo yekîtiya kurd û bi hêzkirina têkoşîna jina kurd gelek girîng bû.   Parlamenterên HDP’ê Feleknas Uca ya Êlihê, Semra Guzel a Amedê, Nuran Îmîr a Şirnexê jî têde heyetek çû Herêma Federal a Kurdistanê û bi saziyên jinan û partiyên siyasî re hevdîtin pêk anîn. Nuran Îmîr û Semra Guzel hevdîtin nirxand û gotin mijarên wekî avakirina yekitiya kurd, têkoşîna bi hev re û bi hêzkirina hêza jinê hatin nîqaşkirin.  'Divê em yekîtiya xwe ava bikin'   Parlamenter Nuran Îmîr di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rewya siyasî ya Rojhilata Navîn û wiha dest bi axaftinê kir: "Li Rojhilata Navîn koas û şer heye û erdnîgariya Kurdistanê hedef tê girtin û li her 4 parçeyî jî dijminê Kurdan hene. Dijminên me zêde ne lê armanc û zîhniyeta wan heye. Yekane armanca wan tunekirina Kurdane. Divê em jî li hember vê yekîtiya xwe ava bikin. Divê em jin pêşengiya vê bikin. Divê hemû partiyên Kurdistanê têkoşîna demokrasiyê bidin."   ‘Birakujî ji bo berjwendiya AKP’ê ye’   Nuranê, da zanîn ku 40 sal in hêzên desthilatdar her tim jinên kurd hedef girtine û wiha got: "Jinên kurd 40 sal in li dijî hêzên desthilatdar têkoşîna azadiyê dide meşandin. Em her tim li hemberî polîtîkayên şer sekinin. Ji bo xwedî li derketina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê me xwest em têkiliyên xwe bi jinên Başûr re xurt bikin. Li dijî dagirkirina axa me û êrîşa li hemberî gelê me, em dixwazin bertekeke netewî bidin. Her wiha dorpêçkirina Wargeha Mexmûrê û brakujiyê dê berjewendiyên AKP'ê xurt bike."   'Bila êdî statuyeke Kurdan hebe'   Nuran, bal kişand ser xurtkirina hêza Gelê Kurd û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em hêza xwe bikin yek û her çar parçeyên Kurdistanê têkoşîna xwe mezin bikin. Çûyina me ya Başûr bi dileke germ hat pêşwazîkirin. Di hevdîtinan de derket holê ku hemû jinên kurd di heman fikrî de ne û dixwazin têkoşînê mezin bikin.  Daxwaza me hemûyan ev bû ku êdî bila statuyeke kurdan hebe û yekîtiya neteweyî bê avakirin. Li dijî hemû êrîşan divê em bibin yek. Hevdîtinên me kirin hêzek mezin da şandeya me. Me heta niha bi hezaran bedel da û me tu carî xeta xwe ji dûr nakevin û ji bo pêşeroja Gelê Kurd çi ji destê me bê em ê bikin."   'Hemû cîhan ji têkoşîna jinên Rojava cesaret girt'   Ji Şandeya Jinan a HDP'ê parlamenter Semra jî qala hevdîtina li Herêma Federal a Kurdistanê kir û wiha wiha dest pê kir: "Du rojan hevdîtin pêk hat û ewil li Hewlêrê, roja duyem jî li Silêmaniyê ye hevdîtin pêk hatin. Me bi nûnerên partiyên siyasî yên jin re hevdîtin kir. Armanca hevdîtinan ev bû ku nîqaşkirina yekîtiya jinên çar parçeyên Kurdistanê bû. Îro dema mirov li cîhanê dinêrin, pirsgirêkên tacîz, tecawiz û şîdetê yên li hember jinê giştîne. Pirsgirêk yekin, wê demê çima jin bi hev re tênekoşin. Divê em li şûna têkoşîneke parçebûyî ya yekbûyî bimeşînin. Hemû cîhanê ji têkoşîna jinên Rojava cesaret û mînak girt.”   ‘Li her 4 parçeyê Kurdistanê dagirkirin heye’   Semrayê da zanîn ku di hevdîtinan de êrîş û dagirkirin hatin nîqaş kirin û wiha berdewam kir: “Me di hevdîtinan de polîtîkayên dagirkirinê jî girt dest. Li Başûr rewşa dagirkirinê heye. Ne tenê li Başur, li Rojava û herêmê jî dagikirin heye. Kurdistan bi giştî di bin dagirkirinê de ye. Polîtîka qeyûm a li Tirkiyeyê jî dagirkirine. Ev parçeyeke polîtîka qirkirinê ya dagirkirinê ye. Herî zêde dîsa jin û zarok ji vê bi bandor dibin. Yên divê li bertekê nîşanê dagirkirina Başûr bidin gelê Başur û eşîrên wan e. Em behsa axa wan dikin. Me der barê ambargoya li kampa Mexmdurê nîqaş kir. Pirsgirêkên li Mexdurê her diçin zêde dibin. Her wiha TSK’ê gelek caran jî kamp bombebaran kiriye. Divê gelê Başur xwedî li gelê kampa Mexmurê derkeve. Me daxwaz û hevdîtinên xwe kirin. Me di hevdîtinan de nêrînên erênî girt. Daxwazên me piştgirî dîtin.”