Li Mersînê li hember qeyûman bertek 2019-09-09 09:10:31   MÊRSÎN - Ciwanên Mersînê tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên bajarê mezin ên HDP’ê diyar kirin ku ev tê wateya ku hewl didin welat bi monarşiyê bi rêve bibin û got ger mafê hilbijartinê tunebe wê demê bila hikûmet îstîfa bike.   Bi talîmata Wezareta Karê Hundir di 19’ê Tîrmehê de ji bo sê şaredariyên bajarên mezin yên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin û piştî vê gel bi dirûşma ‘em îradeya xwe dixwazin’ daketin kolanan û 22 roje li berxwe didin. Platforma Demokrasiyê ya li Mersînê jî daket qadan û bertekên xwe nîşan dan û gel jî bi çalakiya deng piştgiriyê dide daxwaza hilbijêrên HDP’ê. Welatiyên li Parka Ataturkê ji ajansa me re axivîn û banga têkoşînê kirin.   'Bila hikûmet îstîfa bike'   Berîvan Demîr diyar kir ku AKP-MHP’ê îradeya mîlyonan kesî xesp kiriye û tayînkirina qeyûman bêrêzdariyeke mezin ya li hember mafê hilbijartinê ye û got: “Madem mafê hilbijartinê tune ye wê demê parlamenterên bi dengên gel hatine hilbijartin û hikûmet çima heye gelo? Ger mafê hilbijartinê tune be wê demê bila îstîfa bikin.”   ‘Bila bêjin ku me mafê hilbijartinê rakiriye’   Mesufe Efe jî berteka xwe wiha anî ziman: “Me tiştek ji rêveberiya vî welatî fêm nekir. Ji bo 3 bajarên vî welatî cara duyem qeyûm tê tayînkirin. Di hilbijartinan de her kesî dengê xwe bi kar anî. Madem we daxwaza gel nedidît, çima we hilbijartin pêk anîn. Wê demê bêjin ku me mafê hilbijartinê rakiriye. Gelo hewce bi axaftinê vegotinê heye. Her kes her tiştî dizane.”   ‘Hûn neçarin rêzdariyê nîşan bidin’   Fatma Sonmez jî got qeyûma şerma demokrasiyê ye û got: “Ev bêrêzdariya li hember kal û pîrên me yên ku çûn ser sindoqan e. Hun dikarin ji partiyek siyasî hez nekin, lê hun neçarin li hember hilbijêrên wê rêzdar bin. Ez qeyûman rast nabînim.”   ‘Îro HDP sibeh hinekê din’   Aysel Kaya jî ev tiş bi lêv kir: “Di 18’ê Kanûna 2016’an de qeyûm avêtin şaredariya Akdenîz a Mersînê jî. Niha hemû bajar û navçeyên welat di bin xetereya qeyûm de ne. Qeyûm ji pisgirêka HDP’ê derketiye. Dikare ji bo şaredariyên din jî qeyûm bê tayîkirin. Yanî îro HDP sibe hinekên din. Ji ber vê divê em ji vê pirsgirêkê re çareseriyê bibînin.”   Bîrsel Kaya jî qedayîfên fisteqî yên qeyûmê berê Cumalî Atîlla yê di 11’ê Mijdara 2016’an de tayînê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû bi bîr xist û got: “Bi dengên me qedayîfan dixwin. Tiştên ku em naxwin ew pir xweş dixwin. Ev gel êdî perîşan kirin. Qeyûman bi nanê mirovan lîst. Gel tevî hemû zehmetiyan ji bo dengê xwe bi kar bînin dikevin rê. Du car e qeyûm tayîn dikin. Ev şerme bi rastî.”   Sedat Îşliyen jî got qeyûmên hatine tayînkirin berhema polîtîkayên dijminahiya kurdane û got: “Bi salan e xwîna me ziwa kiin. Du care şaredarên me ji peywirê digirin. Bi salane dibêjin em ê Kurdan biqedînin. Lê neqedandin. Kî hat kî çû. Em yek dimrin hezar vedijîn. Lê fêm nekirine.”