Ciwanên Mêrdînê: Bila hikûmet dawî li diziyê bîne 2019-09-09 09:04:30   MÊRDÎN - Yek ji şaredariyên ku qeyûm lê hat tayînkirin a Mêrdînê bû. Ciwanên ku her roj di çalakiya rûniştinê de cih digirin wiha gotin: “Em ji bo pêşeroja xwe heta dawî wê li vir bin. Bila hikûmet dawî li diziya xwe bîne.”   Li Mêrdînê bi tayînkirina qeyûman re her roj çalakiya rûniştinê pêk tê û tevlîbûna jin û ciwanan a çalakiyê balê dikşîne. Jin û ciwanên ku her roj tevlî çalakiyan dibin ligel dirûşme û stranan di çalakiyê de cihê xwe digirin. Ciwan ev 22 roj in, bi biryar in ku xwedî li pêşeroja xwe derkevin.   Ciwanên ku di çalakiyan de cihê xwe digirin, bertekên xwe yên li dijî geşedanên li welat wiha anî ziman:   Sultan Amak: Qeyûm neheqî ye. Darbeyê li gelê me li îradeya me dixin. Di encamê de me şaredarên xwe hilbijartin. Me dengê xwe da. Ev qeyûm dijhiqûqî ye. Heta partiya me li vir be em ê jî li vir bin. Çi biryarê bidin em ê jî bikin. Em ne ji tehdîd û ne jî ji zextên wan ditirsin. Em bitirsiyane em îro ne li vir bûn. Em natirsin. Em ê li vir bin. Em ê bibin kabûsê wan. Em ê heta dawî berxwe bidin.   ‘Ev darbe li hember îradeya gel e’   Ronahî Çoku: Qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Ev ne tenê ji ser kesekî an jî ji ser şaredar, darbeyeke li hember hemû gel e. Ev nayê qebûlkirin. Em heta dawî li vir in. Çi hewce be em ê bikin. Em ê gel her tim li ser piyan bin. Divê bi taybet jin û ciwan rabin ser piyan. Em xwedî li îradeya xwe derkenekevin wê kes dernekeve. Ji ber vê divê jin li qadan bin. Jin, ciwan û dayik divê qeyûm û vê zilmê qebûl nekin.   ‘Ji bilî ciwanan her tişt bi nirx e li vî welatî’   Şevîn Amak: Ev darbeyek mezin bû. Şaredariya me sê sal berê jî ji me dizîn. Em li hember van pêkanîna wan matmayî neman. Em ê li dijî vê diziyê dengê xwe derbixin. Em heta dawî li vir in. Çi hewce be em ê bikin. Em şaredariya xwe radestî wan nakin. Dibêjin ‘em walî, serokwezîr û wezîr in’. Wê demê bila karê xwe bikin, diziyê nekin. Tenê nelêrêtiyê dikin. Em ê tiştekî ji wan re nehêlin. Em ji wan natirsin. Ez wek ciwanekê pêşeroja xwe nabînim li vî welatî. Li vî welatî ji bilî ciwanan her tişt bi nirx e.   ‘Ez ji bo mafê xwe li vir im’   Şîlan Amak:Qeyûm li dijî îradeya gel xesp e. Dibêjin maf û hiqûq, lê li welat ev pergal tune ye. Me dengên xwe da, lê wan qeyûm tayîn kir. Em ciwan nikarin tiştekî bi rehetî bikin. Azadiya fikr û ramana me qedexe ye. Pergaleke perwerdeyê ya baş tune ye. Ciwan bi salan dixwînin lê nayên tayînkirin. Li gorî xwe kesan bi cih dikin. Ez ji bo mafê xwe li vir im. Heta dawî jî ez ê li vir bim. Mafê xwe nadim kesî.