'Em ê qadên jiyanê veguherînin qadên berxwedanê’ 2019-09-08 09:09:44   Zeynep Durgut   WAN - Piştî ku qeyûm tayînî şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê hat kirin bertek zêdebûn. Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê Hatîce Aslan, da zanîn ku tayînkirina qeyûman tê wateya darbeyê.    Li dijî tayinkirina qeyûman li her deverên Tirkiyeyê û herêmê bertek û nerazîbûn zêde dibin. Endama Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)’ê Hatîce Aslan di têkîldarî tayinkirina qeyûman de nirxandin kir. Haticeyê diyar kir ku pêdivî bi rêxistinkirina bertek û çalakiya heye.    Hatîceyê di destpêka axaftina xwe de tayinkirina qeyûman nirxand û wiha got: "Tayinkirina qeyûman em wekî darbeyê dinirxînin. Kesên ku vîna gel nas nekin derbe dikin. Em jin vê helwesta hikûmetê qebûl nakîn. Li dijî tayinkirina qeyûman ne tenê jinên kurd  divê herkes li dijî vê xespkirinê serî hilde. Ji ber ku ev pirsgirêk pirsgirêka hemû civakê ye. Divê em hemû bi hev re dengê xwe bilind bikin û li her derên Tirkiyeyê bikevin nava hewladanan. Ger em li dijî xespkirina şaredariyan bêdeng bimînin wê sibê qeyûman biavêjin Stenbolê ji û Enqereyê jî. Em ne ji bo ku şaredariyên HDP’ê ne li vir in em li ku derê xespkirina mafan hebe, em li wir in. Em jin dê her tim li dijî darbeyan û xespkirinan li qadan bin. Em jinên kurd bi tu awayî qebûl nakin. Em ê heta dawiyê ji bo deskeftiyên xwe li ber xwe bidin. Tu hêz nikare deskeftiyên jinan xesp bike."   ‘Hêza jinê heye ku jiyanê bi guherîne'   Hatîce, di axaftina xwe de bal kişand ser rol û mîsyona jinê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Hêza jinê heye ku jiyanê biguherîne. Tenê hêza jinê dikare li hemberî hişmendiya desthilatdar bisekine. Me di 1’ê Îlonê ji dît ku li çar perçeyên Tirkiyeyê jin li dijî darbeyan herikibûn kolanan. Jin pêşengiya pêvajoya berxwedanê dikin. Ji me re tişta herî pêwîst rêxistinkirina çalakiya ne. Ev ne tenê pirsgirêka jinên kurd e, pirsgirêka hemû jinan e. Divê em bi hev re dakevin qadan û li dijî hişmendiyê li ber xwe bidin."   'Di nav lêgerînê de nin'   Hatîce di dawiya axaftina xwe de bang li hemû jinan kir wiha got: "Divê jin bêdeng nemînin. Di her qadên jiyanê veguherînin qadên berxwedanê. Hikûmet ji jinan ditirse. Ji sala 2017’an de di hilbijartinên 7'ê hezîranê de heta niha li dijî jinan zext û zordarî zêdetir kirin. Gava ku em li girtîgehan ji dinêrîn sedî 50’î jin girtî ne. Jin li dijî bêmafiyê û bê edaletiyê di nav lêgereke heqîqetê de ne. Em ji xwe bawerîn û em jin dê bi berxwedanê dîsa şaredariyên xwe hildin. Em bang li hemû jinan dikin ku li dijî darbeyen bêdeng nemînin.”