Eylem Amak: Em ê ji bo destkeftiyên xwe li berxwe bidin 2019-09-07 10:31:30   MÊRDÎN - Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Eylem Amak hemû jin vexwen ji bo çalakiya ew ê di 8'ê Îlonê de pêk were û got:"Bi tayinkirina qeyûman jin bûne yekem hedefa polîtikayên êrîşan. Bi sîstema hevserokatiyê jin bêtir ji her tiştî haydar bûn. Ev sîstem a me ye. Em ê nehêlin  ku kesek êrîşî vê bikin. Em ê ji bo  gelê xwe heta dawî li berxwe bidin."   Bi biryara Wezareta Karê Hundur di 19'ê Tebaxê de qeyûm tayînî Wan, Amed û Mêrdînê hatin kirin. Li dijî qeyûman berxwedana gel a li derve didome. Yek ji bajarên ku qeyûm hat tayinkirin Mêrdîn e. Qeyûm dema hat tayinkirin di destpêkê de dawî li karê gelek karkeran anî.  Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Eylem Amak têkildarî tayinkirina qeyûman û hedefgirtina deskeftiyên jinan û sîstema hevserokatiyê de axivî.    'Di dema binçavkirinan de dozger di destpê de sîstema hevserokatiyê dipirsin'   Eylemê diyar kir ku bi qeyûman di heman demê de dixwazin sîstema hevserokatiyê bi dawî bikin û wiha got:"Tayinkirina qeyûman darbeyek li dijî destkeftiyên jinan û pergala hevserokatiyê ye. Dema min kirin bin çavan dozger got "Hevserokatî tê çi wateyê?". Di dema binçavkirinan de dozger di destpê de sîstema hevserokatiyê dipirsin. Diyar e li dijî pergala hevserokatiyê êrîşek aşkere heye. Li her derê jin û pergala hevserokatiyê hedef tê girtin û em vê yekê qebûl nakin. Li her derê li dijî jinê şerek heye. Qirkirina li ser jinê didome. Lê em jin tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin."    'Em ê nehêlin kesek êrîşî destkeftiyên me bikin'   Eylemê da zanîn ku di 8'ê Îlonê de saet di 16.00'an de ew ê li Mêrdînê li dijî qeyûman meş bê lidarxistin û ew hemû jinan dawetî vê çalakiyê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Em jin bi salan e li her qadê têkoşînê dikin. Lê em her dem hedef tên nîşandan. Li her qada jiyanê hat xwestin ku jin li paşyê bimîne. Lê bi pergala hevserokatiyê jin bêtir ji hemû tiştî haydar bû.  Em ê nehêlin kesek êrîşî destkeftiyên me bikin. Em ê ji bo mafê xwe heta dawiyê li berxwe bidin."