Tulay Hatîmogullari: Hevserokatî têkoşîneke li dijî kapîtalîzma patrîarkal e 2019-09-05 09:15:16   Dîlan Babat   ENQERE - Tulay Hatîmoglullari ya HDP’î diyar kir ku pergala hevserokatiyê ya niha di rojeva pergala serdest a mêr de ye, têkoşîna li dijî kapîtalîzma patrîarkal e û di avabûna civakek nû de esasek girîng û watedar e.   Pergala hevserokatiyê di pirtûka bi navê ‘Rengê mor yê siyasetê’ ya Hevşaredara berê ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak ku niha li girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 1 a Kandirayê girtiye, bi berfirehî tê destgirtin. Pergala hevserokatiyê tevî ku li Tirkiyeyê pergaleke nû ye, di partiyê de nûjeriya wekhev û di siyasetê de roleke çalak pêk tîne, jin bi gelek zehmetiyan re jî anîbû rû hev.   Hevserokatî çi ye?   Gultan Kişanak di pirtûka xwe de pergala hevserokatiyê wiha nirxandibû: “Hevserokatî, ne parvekirina desthilatdariyê ya mêr û jinê ye. Em dikarin bêjin ku hevserokatî bi nêrîna jinê, rêveberiyên herêmî birêvebirin e, qadên jiyana me bajarên me li gorî hedefa zayenda civakî bê birêvebirinê ye, nûneriya wekhev û feraseta rêveberiya kolektîf bikeve jiyanê ye. Ev jî ne sererastkirinek teknîkî an jî biryarek siyasî ye, şoreşek zîhnî dixwest.”   Çawa pêk hat?   Gultanê der barê ku pergal çawa ketiye jiyanê de jî wiha digot: “Di hilbijartinên 2004’an yên herêmî de yek jê navend li 9 cihî şaredarên jin hatine hilbijartin û piştî vê jî nîqaşên divê siyaset ji nû ve pêk bê hat destpêkirin. Di encama nîqaş û pêşniyarên gel de di 2005’an de Partiya Civaka Demokratîk (DTP) hat avakirin. Di pêvajoya avabûna DTP’ê de jinan nîqaşên mezin meşandin. Ji bo jin di rêxistina partiya giştî de bê dîtin, biryar dan ku li şûna serokatiya giştî, hevsrokatî pêk bê. Jinan ewil hewl dan vê pergalê bi mêrên nav partiyê bidin qebûlkirin û di encama nîqaşê de hat qebûlkirin. Piştî nîqaşên demdirêj serlêdana avakirina partiyê hat kirin. Dadgeriyê diyar kir ku rêziknama hevserokatiyê di qanûnan de cihê wê tune û vê dîsa di partiyê de rê li ber nîqaşan vekir. Jinan dest ji hevserokatiyê berdan û ligel nîqaşan pergala hevserokatiyê bi awayekî fîîlî pêk hat. Bi saya sekna jinan di 205’an de di kongreya yekemîn a DTP’ê de ji bo hevserokatiyê Aysel Tugluk û Ahmet Turk hatin hilbijartin.”   Me pergala hevserokatiyê ji parlamentera HDP’ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogullari jî guhdar kir.   ‘Carna rengê şîdetê girantir dibe’   Tulayê got pergala hevserokatiyê yek ji qezenca herî girîng a têkoşîna jinên cîhanê ye û wiha got: “AKP ya ku di her derfetê de şîdeta li ser jinan û zayendperestî kûrtir kir, qaşo ‘demokrasiya pêşketî’ parast. Weke ku em her tim tînin ziman, serdestiya mêr a li ser jinan di seranserê dîrokê de berdewam kir. Lê hinek dem hene ku şîdet bi rastî jî pir giran dibin. Belê Tirkiye niha di pêvajoyek wisa de derbas dibe. Rejîma AKP’ê ya rast divê em bêjin rejîma yek mêrî. Ji ber êdî em nikarin bêjin ku AKP bi ekîbekê nayê birêvebirin. Bi mêjiyê yek mêrî tê birêvebirin. Yên li gorî vê nameşin jî tên tasfiyekirin. Her wiha heta niha çav berdaye destkeftiyên jinan jî.”   ‘Pergaleke ku ji hemû cîhanê re dibe mînak’   Tulayê daxuyakirin ku AKP ji roja hatiye desthilatdariyê destkeftiyên jinan bi hinek guherînan hedef girtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji perwerdehiyê bigire heta jiyana kar, heta jiyana hundirê malê, kenê wan, çend zarokan tînin dinê, mudaxaleyê jinan kir. Serokwezîrê demî, serokomarê niha bi hevkariya Diyanetê û meleyan ev pêk anî. Yanî di rejîma xwe ya nû de hedef kirin ku navê jinê bi giştî ji holê rakin. Bêguman di siyasetê de jî wisa. Em jin wek mêran bi heman şertî nikarin bikevin siyasetê. Tevgera jinan bi salane têkoşîna kota û wekheviya poîztîf dide. Bedelên giran da. Ji bo hevserokatiyê jî wisa. HDP’ê pergaleke ku ji bo hemû cîhanê dibe mînak xist jiyanê. Di her astê de hevserokatî, nûneriya wekhev heye. Ev destkeftiyek mezin e. AKP’ê jî çav berda vê destkeftiyê.”   ‘Civakek wekhev û azadîxwaz nayê xwestin’   Tulayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku AKP pêkanînên dema Hîtler a Elman dike jiyanê û Hîtler jî jiyana jinan bi zarok-dêr- mutbex dîzayn dikir. Tulayê ev tişt bi lêv kir: “Ji jinan re kursiyên akademî û dadgeriyê hat qedexekirin. Heta sedema betaliyê jî xebata jinan nîşan dan. Niha jî em heman tiştî dijîn. Rejîma yekmêr jî ji ber vê tehemulê pergala hevserokatiyê nake. Civakek wekhev û azadîxwaz nayê xwestin. Tayînkirina qeyûman a ji bo Amed, Wan û Mêrdînê jî ji bo pêşîgirtina civakek nû pêk hat. Hewl didin têkoşîna jinê bipelçiqînin. Di heman demê de jî demek dirêj e li ser Kurdan plana têkbirinê tê berdewamkirin. Qeyûm darbe li îrada gel xist. Yanî desthilatdarî û wezîr Suleyman Soylu jî heman sûcî dike.”   ‘Divê jin xeta xwe ya mor di her qada siyasetê de biparêze’   Tulayê bi lêv kir ku têkoşîna bi salen e li dijî zîhniyeta mêr tê dayîn ne hêsan e û wiha got: “Jinên Kurd ji bo pergala hevserokatiyê ev têkoşîn da. Li Tirkiye û Kurdistanê şopên girîng yên feodalîzmê heye. Di van şertan de têkoşîna jinan zehmetir bû. Wateya hevserokatiyê bi awayekî hêsanî ne nûneriya jin û mêr e. Feraseta têkoşîna li hember kapîtalîzma patrîarkal e. Hewcedarî bi berfirehkirina têkoşînê heye. Divê jin xeta xwe ya mor di her qada siyasetê de biparêze. Hevserokatî xeta me ya mor e. Li dijî faşîzmê em ê ji xeta xwe ya mor tawîz nedin. Divê em li her alî tirkiyeyê li dijî faşîzma AKP’ê û pergala serdest ya mêr dengê xwe bikin yek.”