Gulîstan Kiliç: Pirsgirêka Kurd bi pêngavên mayînde dikare bê çareserkirin 2019-09-05 09:12:47   ÎZMÎR - Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku di pêvajoya dawî de pêngavên CHP’ê yên der barê zimanê Kurdî û serdana ji bo hevşaredaran, ji bo gelê Kurd biçûk e lê gelek girîng in û got ji bo gelê Kurd û hemû gelan divê çareseriyên mayîn de pêk bên.   Li Stenbolê Komxebata Ziman a Kurdî pêk hat û di asta serokatiya giştî ya CHP’ê de tevlîbûn çêbûn. Der barê pirsgirêkên tayînkirina mezunên Wêjeya Zimanê Kurdî de civîn hat kirin, daxuyanî hatin dayin ku li ser şaredariyan wê qursên zimanê Kurdî bikaribin bê vekirin. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu çû serdana hevşaredarên HDP’ê yên ku qeyûm tayînî şûna wan bû Selçuk Mizrakli û Ahmet Turk û tayînkirina qeyûman wek ‘gaflet û delalet’ nirxand.   Hevberdevka HDK’ê û parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît got hewldanên CHP’ê girîng in û got li dijî azadî û mafên sereke yên gelê Kurd û gelên din, pirsgirêkên bingehîn yên dewletê hene.   ‘Pêngavên ne mayînde pirsgirêkê taloq dike’   Gulîstanê diyar kir ku helwesta CHP’ê ya der barê zimanê Kurdî de ji bo başbûna maf û azadiyan çareseriyek bingehîn ava nake lê di alî dîrokê de pêngava CHP’ê ya ji bo Kurdan girîng e. Gulîstanê got pirsgirêkên der barê zimanê Kurdî de bi qursê şaredariyê nikare bê çareserkirin û got divê Kurdî bibe zimanê fermî, ne tenê Kurdî divê ji bo hemû zimanên din derfetê perwerdehiyê bê dayîn, di qada cemawerî de bê bikaranîn. Gulîstanê da zanîn ku divê dewlet bi destûra bingehîn li mijarê binêre û bi vê wê pirsgirêk bên çareserkirin.   ‘Pêngavek girîng hat avêtin’   Gulîstanê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmeta AKP’ê TRT şeş vekir, qursên zimanê Kurdî serbest kir lê destûr neda konserên komên Kurdî. Hîna mirov li girtîgehan di hevdîtinan de dema Kurdî diaxivin rastî şîdetê tên. Nameyên Kurdî tên desteserkirin. Azadiya Welat a Kurdî hat girtin. Bi vekirina kanelek Kurdî, vekirina qursên taybet wê pirsgirêk çiqas çareser bibe gelo? Pêngava CHP’ê ji bo rakirina fobiya li hember Kurdî bêguman girîng e.”   Gulîstanê der barê hewldana CHP’ê de ev tişt diyar kir: “Dibe ku spasiya ji bo hilbijêrên Kurd be. Dibe ku ji bo piştgiriyê mayînde bikin an jî bi hinceteke din kiribin. Em nêrîna li pişt vê nizanin. Lê bendewariyeke me ya wisa heye; Partiyek siyasî dikare ji bo pirsgirêkek welat pêşniyara çareseriyê bike. Ji ber vê bendewariya me ji CHP’ê jî ji partiyên din jî ev e ku der barê pirsgirêka Kurd û hemû pirsgirêkan de çareseriyê mayînde hilberînin.”   ‘Ev gel dizane ku dengên xwe ji bo çi didin kê’   Gulîstanê di dirêjiya axaftina xwe de wiha berdewam kir: “HDP pirsgirêkên gelê Kurd sereke dibîne. Ji ber vê gelê Kurd dengên xwe dide HDP’ê. Ev gel dizane ku dengên xwe ji bo çi didin kê. Mînak beriya hilbijartinan Bînalî Yildirim li Amedê bi Kurdî got ‘Newroz pîroz be’. Lê tevî vê deng ji Kurdan negirt. Gel dizanibû ku dema parlamenter bi Kurdî diaxivin mîkrofona wan tê girtin, wek zimanê nayê zanîn di girtekan de derbas dibe. Samimiyeta rast ev e. Gel her tiştî dizane.”   Gulîstanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser faşîzma AKP-MHP’ê û got AKP-MHP dixwaze hemû welat bi qeyûman bi rê ve bibe û got divê hemû kes van pêkanînan baş bibînin.