Ji hilbijêrên Amedê: Bila sebra Gelê Kurd nepîvin 2019-09-04 09:13:09   AMED - Li Amedê welatiyên ku 17 roj in xwedî li îradeya xwe derdikevin wiha bertek nîşan dan: “Me deng da, me hilbijart. Bi kîjan mafî şaredarên me ji peywirê digirin? Bila sebra Gelê Kurd ne pîvin.”    Bi biryara Wezareta Karê Hundir re di 19’ê tebaxê de ji bo sê şaredariyên bajarên mezin yên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hatibû tayînkirin. Bertekên li dijî qeyûman her diçin zêde dibin û bi taybet jî jin li ser piyan e. Jinên Amedê diyar kirin ku bi taybet nûneriya wekhev hedef hatiye girtin û AKP ji destkeftiyên kurdan nerehete.”   ‘Me deng da me hilbijart’   Halîse Batîkî ku 17 roj in li îradeya xwe xwedî derdikeve tayînkirina qeyûman wek darbe nirxand û got wê îradeya xwe teslîmê tu kesî nekin, ew ne qeyûman, şaredarên xwe yên hilbijartine dixwazin. Halîseyê bi lêv ki ku ew dest ji berxwedana xwe bernadin û wiha berdewam kir: “Çi dikin bila bikin em ê dest ji berxwedana xwe bernedin. Ne yek e ne du ye. Li her derê êrîşê me dikin. Yên ku DAIŞ bi ser me de anîn, DAIŞ xwedî kir Tirkiye bû. Li ku derê Kurd hebûn êrîş kirin. Bila kusur nenêrin, êdî rûniştin tune, bêdengî tune. Yên dernekevin kolanan eciz in, ne mirov in. Ev bêdadiye. Bêwijdaniye, zilm e. Me hilbijart, me deng da. Bi kîjan mafî şaredarên me digirin. Em vê qebûl nakin, bila wisa bê zanîn.”   ‘Bila sebra Gelê Kurd nepîvin’   Newal Unal jî bertek nîşanê qeyûman da û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelo wê me wisa bêdeng bikin, wê biqedînin. Daristanan dişewitînin, kesên li mafên xwe digerin binçav dikin, digirin. Karker bermaberê keda xwe nagirin. Li welat her roj bi dehan jin tên qetilkirin, rastî tecawizê tên. Divê em van biaxivin, çareseriyê bibînin, lê desthilatdariyê tenê berê xwe daye Kurdan. Nebza Gelê Kurd, sebra Gelê Kurd dipîve. Lê bila nepîve. Bi rastî daxwaza wan serokatî û kursî be divê guh bidin daxwazên vî gelî. Bi êrîşan nikarin tiştekî bikin. Em qeyûman naxwazin. Heta qeyûm neçin em ê têbikoşin.”   ‘Bila dest ji vê zilmê berdin’   Yuksel Karhan jî pirsa ‘ev dewlet çi ji me dixwaze’ kir û got: “Hîna bi dehan şaredar û parlamenter di girtîgehê de ne. Lê ev rêbazên dewletê wê biser nekevin. Bila dest ji vê zilmê berdin. Wê Gelê Kurd wan bavêje sergoyê dîrokê. Bila vê jibîr nekin. 40 sal in heman zilm didome. Fêdeya vê ji kê re heye. Ka Gelê Kurd qedya, bêdeng ma? Em hîna li kolanan e û berxwe didin. Bi qetilkirin û êrîşan nikarin me bêdeng bike. Bila êdî fêm bikin. Me bi berxwedanê qezenc kir, em ê bi berxwedanê jî bi ser kevin.”