‘Bi tayînkirina qeyûman mafên destûra bingehîn nas nakin’ 2019-09-02 09:12:45   IDÎR - Hevşaredara Idîrê Eylem Çelîk da zanîn ku tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê li dijî destûra bingehîn e û wiha got: “Li dijî tunehesibandina hilbijartin, mafê welatîbûnê divê hemû kes mafê xwe biparêze.”   Bi biryara Wezareta Karê Hundir re di 19’ê Tebaxê de ji bo sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin û protestokirinên li dijî vê pêkanînê didomin. Tevî hemû astengî û şîdetê li bajaran çalakî didomin. Her wiha bi şev jî li taxan saet di 20.00'an de çalakiya dengderxistinê û temirandina lambeyan didome.   Hevşaredara Idîrê Eylem Çelîk, destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman, tê wateya binpêkirina mafê hilbijartinê.   ‘Darbeyeke li hember mafê destûra bingehîn e’   Eylemê her wiha bal kişand ser daxuyaniyên der barên ku AKP wê tayînkirina qeyûman bidomîne û got: “Ev tê wateya ku dengên me tu tiştî îfade nake, mafê hilbijartinê ya me tu tiştî îfade nake. Ev darbeyeke li mafê destûra bingehîn a azadiya hilbijartinê ya kes hatiye xistin. Ev tê wateya ku Komara Tirkiyeyê destûra bingehîn ya xwe nas nake.”   ‘Welatîbûn tune tê hesibandin’   Eylemê her wiha da zanîn ku mafê welatîbûnê li Tirkiyeyê tune hatiye hesibandin û wiha dawî lê anî: “Rêveberiya AKP’ê li gorî daxwaza xwe bi teşe dike. Ev jî tê wateya tunekirina demokrasî, hiqûq, mafê destûra bingehîn û welatîbûnê. Ji ber vê divê em hemû xwedî li mafên xwe yên destûra bingehîn derkevin. Nêrîna siyasî çi dibe bila bibe, divê em li dijî dijhiqûqiyê bisekinin. Divê her kes xwedî li îradeya xwe ya hilbijartinê, mafê xwe û hiqûqa xwe derkeve.”