‘Ev 15 roj in em li dijî dorpêça polîsan li ber xwe didin' 2019-09-02 09:09:43   MÊRDÎN - Li dijî tayînkirina qeyûman gelê Mêrdînê ev 15 roje bê navber di çalakiyan de ye û tevî her cureyê zextan kolanan terk nakin.    Ayşe Surucu ya HDP’yî ku di vê pêvajoyê de bi gel re berxwe da diyar kir ku tevî her cureyê tehdîd û zextan gel bi biryar berxwe daye. Bi biryara Wezareta Karê Hundir re di 19’ê Tebaxê de ji bo sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin û li Mêrdînê ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji sedî 56 deng hat girtin, şaredarî ji qeyûm hatibûn girtin. Li bajarê Mêrdînê Walî Mustafa Yaman ji nû ve tayînê şaredariyê hat kirin û piştî biryarê gel daket kolanan û tevî zext û êrîşan 15 roje çalakî û bernameyên xwe didomînin.   Parlamentera HDP’ê ya Mêrdînê Ayşe Surucu ku ji roja ewil de di çalakiyan de li qadan li cem gel cih girt, berxwedana 15 rojan a li bajar nirxand û got niyeta gel tune ji qadan vekişin.   ‘Ev 15 roj in em li ber xwe didin'   Ayşeyê daxuyakirin ku tevî hemû şîdet û binçavkirinan gel li qadan e û wiha pê de çû: “Qeyûm tayînî îradeya gel kirin. Em tayînkirina qeyûman nas nakin. Hiqûq hat binpêkirin. Îradeya gel tune hat hesibandin. Em di vê çarçoveyê de berxwedana xwe didomînin. Em li Mêrdînê bi gelê xwe re li berxwe didin. Em her roj di bin dopêç û mudaxala polîsan de li berxwe didin. Nahêlin gel dakevin kolanan jî.”   ‘Hêrsa gel wê vê çavsoriyê bi dawî bike’   Ayşeyê destnîşan kir ku gelê ji derveyê dorpêça polîsan dimîne jî ji derve piştgiriyê dide û wiha got: “Gel bersiva herî baş bi biryarbûna xwe daye. Ev berxwedan wê di her şert û mercî de bidome. Ev 15 roje em li ser piyan e. Me li navçeyan çalakî pêk anî. Bi rastî jî berxwedan û bertekên cidî yên gel hene. Gel li dijî qeyûman gelek bi bertek e. Çalakiyên me ligel qedexe û dorpêçê didome. Berxwedana me li dijî vê didome. Em bi gel re li qadan bersiva wan didin. Em ê heta dawî li berxwe bidin. Gel di vê berxwedanê de bi biryar e. Hemû hewldanên wan wê bê encam bimîne. Yên bi ser bikeve wê gel be.”   ‘Qeyûm herî zêde jinan hedef digire’   Ayşeyê anî ziman ku polîtîkayên qeyûm herî zêde jinan û pergala hevserokatiyê hedef digire û ev tişt bi lêv kir: “Îro hedefa herî mezin a qeyûman jin in. Dixwazin pergala hevserokatiyê ya mîsyona me ye tune bikin. Lê ev pergal wê li vê herêmê rûne û heta dawî bidome. Di her demê de hewl dan jinan tune bikin. Jinê nas nakin û qebûl nakin. Partiya me jî partiyeke ku jinan esas digire ye. Ev jî li xweşa wan naçe. Naxwazin jin derkevin pêş. Dixwazin bi qeyûman vê fikrê tune bikin. Tevî her tiştî em ê bi ser bikevin. Ev berxwedanek mafdar û bi rûmet e.”