‘Ger şaredarî dihatin xespkirin çima hilbijartin hat kirin?’ 2019-08-31 09:10:29   WAN - Jinan bertek nîşanî tayînkirina qeyûman a ji bo sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê dan û diyar kirin ku ger şaredarî dihatin xespkirin wê demê çima sindoq hatin avakirin, çima hilbijartin hatine kirin û diyar kirin ku wê xwedî li şaredariyên xwe derkevin.   Bi biryara Wezareta Karê Hundir, ji bo şaredariyên bajarên mezin ên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê qeyûm hat tayînkirin û bertekên gel ên li hember vê 13 roje didome. Li Wanê jinên li taxa Surmelî ya Îpekyolu ya Wanê dijîn, bi lêv kirin ku îradeya wan hatiye xespkirin, gelo ger wisa dikirin çima hilbijartin pêk anîne.   ‘Mafê me yê hilbijartinê hat tunekirin’   Fedîle Duman wiha got: “Bi tayînkirina qeyûman mafê welatiyan ê hilbijartinê tune hesibandin. Ger hikûmetê ev zilma dikir, çima hilbijartin kir. Yên vê zilmê li gel dikin bila tu car bi ser nekevin. Hem qeyûm tayîn dike, hem jî bi polîsan şîdet û zextê pêk tînin.”   ‘Ji bilî demokrasiyê her tişt heye’   Hanîfe Kurt daxuyakirin ku desthilatdarî her tim balê dikşîne ser demokrasiyê lê mixabin her tim pêkanînên dijdemokratîk dike jiyanê û ev tişt anî ziman: “Mixabin li Tirkiyeyê ji demokrasiyê wêdetir tu tiştek tune ye. Her sal hilbijartin tên kirin lê îradeya gel tê binpêkirin. Hebûna gel tune dihesibînin. Bila xweda destûr nede wan. Em gelê Wanê qeyûm nas nakin. Em heta bijîn em ê têbikoşin.”   Makbule Orhan a ku ji Antalyayê wek mîvan hatiye Wanê jî anî ziman ku divê CHP jî di vê pêvajoyê piştgiriyê bide HDP’ê û wiha berdewam kir: “Me wek gelê Kurd û HDP’ê, li Antalyayê dengê xwe da CHP’ê. Bi saya me şaredarî girtin. Em bûn dengê CHP’ê. Divê ew niha qeyûman qebûl nekin.”   ‘Ev zilm nayê qebûlkirin’   Nîharî Kurt jî bal kişand ser texrîbata ku qeyûmên dema berê pêk aniye û wiha dawî lê anî: “Berê jî HDP’ê Wan girtibû. Lê dîsa hatibû xespkirin. Xespkirina îradeya gel wisa ne hêsan e. Em ê heta dawî xwedî li şaredariyên xwe derkevin. Ev zilm nayê qebûlkirin.”