‘Em tirsa AKP’ê ya ji bo hevserokatiyê baş fêm dikin’ 2019-08-24 09:05:20   WAN - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr da zanîn ku AKP ketiye pozîsyoneke ku desthilatdariya xwe bi şer û kaosê nikare bimeşîne û divê tayînkirina qeyûman jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin û wiha got: "Siyaseta dimeşînin, aliyê wê yê qanûnî û hiqûqî tune ye. Ji bo pergala hevserokatiyê ya ku tê îlegalîzekirin jî divê hemû jin têbikoşin."   Bertekên li hember tayînkirina qeyûman a ji bo şardariyên bajarê mezin ya Amed, Wan û Mêrdînê didome. Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, pêkanîna li hember azadî û nûneriya jinan, îradeya gel pêk hatiye nirxand.   ‘Siyaseta derew û bi buxtan dimeşînin’   Dîrayetê daxuyakirin ku ew dikarin desthilatdariya AKP’ê, di 4 salên dawî de bi şîdet, zext û darbeyan binirxînin û wiha got: “Dema vê dikin jî, bi siyaseta derew û buxtanan  dimeşînin. Berê jî bi heman awayî qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Niha heman alavan bi kar tînin û bi alîkariya çapemeniyê hewl didin siyaseta xespê bidin qebûlkirin. Gelên Tirkiye û Kurdistanê vê bi awayekî zelal dibînin.”   ‘Paşeroja xwe ji bîr kir bi Ergenekonê re tifaq kir’   Diyaretê bi lêv kir ku piştî hilbijartinên 31’ê Adarê şûnde bi şandina qeyûman re her kesî talan hatiye jiyîn, pereyên bi ku de çûne, butçe ji bo çi hatine veqetandin bi awayekî aşkera dîtine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şaredariyeke ku butçeya wê sifir e, di nav deyn de, heye. Bi israr derewên ku şaredariyên HDP’ê butçeya xwe ji ku re veqetandine tînin ziman û ev jî di rayagiştî Tirkiyeyê de beramberê xwe nabîne. AKP di esasê de bi qeyûman dixwaze bêje ku ‘ez encamên ji sindoqan derketiye qebûl nakim. Bûn desthilatdar, bûn hêz lê mekanîzmaya nehişt siyasetê bikin, teslîmî siyaseta ‘Ergenekol, sêva sor’ bûn.”   ‘Kurd jixwe li dijî vê polîtîkayê têdikoşin’   Dîrayetê di berdewamiyê de bi lêv kir ku Kurd, bi van polîtîkayan re nû nayê rû hev û li dijî asîmîlasyon û siyaseta înkarê têdikoşe û ev tişt anî ziman: “ Ev di heman demê de têkoşîna demokratîkbûnê ye. Ev têkoşîna ku Tirkiye biguhere dewleteke hiqûqê ye. AKP di dijminahiya Kurdan de dişibe desthilatdariyên din lê cudahiya wan ji yên din ev e ku rejîma yek kesî ferz dike. Dixwaze bike rejîmek mayînde. Îro rîska nenaskirina encamên hilbijartinê tenê ji bo gelê Kurd ne derbasdar e. Ev pêvajoyeke dijdemorkatîk a cidî ji bo gelên Tirkiyeyê nîşan dide. Em bi polîtîka û mekanîzmayeke ku hemû mafan ji holê radikin re tên rû hev.”   ‘Pêşeroja Tirkiyeyê di bin talûkeyê de ye’   Dîrayetê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pêşeroja hemû Tirkiyeyê di bin talûkeyê de ye. Pêkanînên dijdemokratîk dixwazin ji ser gelê Kurd bikin jiyanê. Hewl didin civaka Tirkiyeyê jî vê qebûl bike. Tiştê li vir dike, hewl dide li qadên din jî li pey hev pêk bîne. Me ev li hemû qadan hewl da ku vebêjin. Divê hemû kes li dijî vê ferasetê têkoşînek cidî bimeşîne.”   ‘Pergala hevserokatiyê di rêziknameya partiyê de cih digire’   Dîrayetê destnîşan kir ku Suleyman Soylu û AKP ji bo xespkirinê jî pergala hevserokatiyê nîşan didin û ev tişt daxuyand: “Hevserokatî di rêziknameya partiya siyasî de cih digire. Partiya me niha bi hevserokatiyê tê birêvebirin. Ji 2014’an heta niha em di hemû mekanîzmayên xwe yên herêmê, saziyên xwe de vê bi kar tînin. AKP ji pergala hevserokatiyê ditirse. Ji ber siyasetek yekparêz, nîjadperest û serdest ya mêr dişopîne. Pergala hevserokatiyê li hember siyaseta yekparêz alternatîf tê dîtin. AKP bi qasî ku faşîst û netewperest e, siyasetek dijminahiya jinan dimeşîne. Di 17 salan de destkeftiyên jinan xesp kir, saziyên jinan girt. AKP di esasê de partiyeke dijberê azadiya jinê ye. Ji ber vê jî em derûniya krîmînalîzekirina pergala hevserokatiyê ya Suleyman Soylu baş dizanin. Em fikarên AKP’ê yên li hember pergala hevserokatiyê baş dizanin.”   ‘Hevserokatî navê civakîbûn û demokratîkbûnê ye’   Dîrayetê her wiha balkişand ser bertekên li hemberî tayînkirina qeyûman û ev tişt bi lêv kir: “Ji her alî civakê, ji jin û ciwanan bertek hat nîşandan. Civak bi derewên AKP’ê bawer nake. Dizanin ku ev manîpulasyon e. Gelên Tirkiyeyê jî û rayagiştî ya cîhanê jî vê ji nêz ve dizane. Ya dikeve ser milê me jî têkoşîn û rêxistinbûn e. Pergala hevserokatiyê ji bo me jinan pir girîng e. Ew çiqas êrîş bikin, manîpule bikin jî pergala hevserokatiyê navê demokratîkbûnû civakîbûnê ya li Tirkiye û Kurdistanê ye. Divê hemû jin xwedî li pergala hevserokatiyê derkevin û parastina xwe bikin.”    ‘Bi pirsgirêkan hewl didin li ser piyan bisekinin’   Dîrayetê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku AKP krîza nebirêvebirinê dijî û ji ber vê jî Kurdan, jinan, kedkar û kesên aştiyê dixwazin hedef digire û wiha dawî lê anî: “Ji ser netewperestiyê, dijminê sanal, pirsgirêkên sanal diafirîne û hewl dide li ser piyan bisekine. Em vê jî baş dizanin. AKP ketiye pozîsyoneke, ku desthilatdariya xwe bi şer û kaosê nikare bimeşîne û divê tayînkirina qeyûman jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Siyaseta dimeşînin jî aliyê wê yê qanûnî û hiqûqî tune ye. Ji bo pergala hevserokatiyê ya ku tê îlegalîzekirin jî divê hemû jin têbikoşin.”