DBP: Em qeyûm nas nakin 2019-08-19 16:04:03   NAVENDA NÛÇEYAN - DBP'ê destnîşan kir ku xespkirin şaredariyan 'şerekî nû ye li dijî Gelê Kurd' û got: "Wê nikaribin bi vî rengî me rawestînin, em qeyûm nas nakin."   Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), der barê xespkirina Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê û binçavkirina bi sedan kesî daxuyaniyeke nivîskî weşand.   DBP'ê diyar kir ku endama wan a Desteya Rêveberiya Navendî Sevîm Adsoy, endamên wan ên Meclîsa Partiyê Tahîr Ozdemîr û Sûat Aslan jî di nav de bi dehan rêveberên partiyê û bi sedan siyasetmedarên kurd bi darbeya siyasî  bi rengekî nehiqûqî hatine binçavkirin.   DBP'ê destgeserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê weke şerekî nû yê li dijî têkoşîna demokrasiyê ya Gelê Kurd pênase kir.   Di daxuyaniya DBP'ê de ev tişt hat gotin: "Armanca van operasyonên li dijî HDP'ê ku partiya me jî pêkhateyeke wê ye, tasfiyekirina siyaseta kurd e. Bi binçavkirin û girtina me, bi operasyonên qirkirina siyasî yên ku ji wan heye wê me asteng bikin, wê fêhm bikin ku wê nikaribin baweriya gelan a bi azadî, ked, aştî û demokrasiyê bi dawî bikin. Em careke din destnîşan dikin; em ê qeyûman nas nekin, qebûl nekin. Divê hikumet tavilê ji vê gava xwe ya tirsnak vegere."