Piştî tayînkirina qeyûman MYK'a CHP'ê civiya 2019-08-19 12:15:46   ENQERE - Lijneya Rêveberiya Navendî ya CHP bi serokatiya Kemal Kilçdaroglu dicive. Li bendeyê ku helwesteke li hemberî tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê bê nîşandan.    Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a CHP'ê bi serokatiya Giştî ya partiyê Kemal Kiliçdaroglu dicive. Civîn dê li avahiya navendî pêk bê. Hat diyarkirin ku dê rojeva sereke bibe tayînkirina qeyûman a li Şaredariyên Bajarên Mezîn ên Amed, Mêrdîn û Wanê. Di cîvînê biryara Wezareta Karê Hindûrîn û encamên biryarê bên nîqaşkirin û helwestek dê bê aşkerakirin.    Encamnameya civîna MYK'ê ya CHP'ê dê ji hêla berdevkê partiyê Faîk Oztrak ve bê aşkerakirin.