Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Ev operasyoneke dagirkirinê ye 2019-08-16 09:02:35   Berîtan Canozer   AMED - Hevberdevka HDK'ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, diyar kir ku divê muxalefet rola xwe bilîze, demildest li dijî şer bibin xwedî helwest û got: "AKP ji çareserkirinê wêdetir bûye pirsgirêk. Ji bo pirsgirêkan çareser neke israr dike. AKP ji desthilatdariyê ketiye û ji bo vê veşêre, pêşî lê bigire, serî li operasyon û şîdetê dide.”   Li Tirkiyeyê krîza siyasî, aborî û rejîmê sernavên herî zêde tên nîqaşkirinê ne. Polîtîkayên şer jî ji rojevê dernakevin. Tirkiye ya ku bi operasyonên dersînor dibe sedema mirina gelek kesên sivîl, li hember Rojava jî di amadekariya operasyoneke siyasî de ye. Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û parlamentera HDP’ê ya Muşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, pêvajo û polîtîkayên şer nirxand.   ‘Meclîs bê bandor maye’   Gulîstanê destnîşan kir ku Tirkiye demek dirêje di krîza siyasî de ye û wiha got: “Ev krîz di alî rojevî de carna gelek zêde tê jiyîn. Carna jî dem bi dem alozî tê jiyîn. Lê divê em îfade bikin ku Tirkiye bi aşkera û zelal krîzek rejîmê dijî. Di vê krîza rejîmê de tifaqa AKP-MHP’ê jî krîzeke cidî ya desthilatdariyê dijî. Derbasî pergaleke hikûmeta serokomariyê bûn. Bandora vê li hemû welat heye. Meclîs hatiye rewşa ku bandora xwe winda kiriye. Yanî êdî ne cihekî ku pisgirêkên gel lê bên nîqaşkirin, riyên muzakere û lihevkirinê bê dîtinê ye. Veguheriye merciyeke ku sererastkirinên qanûnî yên serokomar dişînin, erê dike. Hinek peywira noterê dibînin. Feraseta ‘ez tişta dizanim dikim’ heye. Li welat yek kesek heye.”   ‘AKP bixwe pisgirêka Tirkiyeyê ye’   Gulîstanê bi lêv kir ku niha Tirkiye ji çareseriya pirsgirêkan dûr e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji çareserkirinê wêdetir bûye pirsgirêk. Desthilatdariya AKP’ê bixwe pirsgirêka Tirkiyeyê ye. Ji bo pirsgirêkan çareser neke israr dike. Ji 7’ê hezîranê şûnde ji bo pisgirêka Kurd xwe girt û ji wê rojê şûnde polîtîkayên şer dimeşîne. AKP êdî ji gel razîbûnê nabîne. Ji ber vê ji desthilatdariyê ketiye. AKP ji bo vê veşêre, pêşî lê bigire, serî li operasyon û şîdetê dide.”   ‘AKP û MHP şer bi zanebûn mezin dikin'    Gulîstanê her wiha diyar kir ku AKP û MHP xwe didin pişt gotinên ewlehiya netewî, neparçebûna welat, beka dewletê û menfata gel û wiha got: “AKP û MHP’ê Tirkiye daxistiye jêr û şûnde xistiye. Ev polîtîka bandorek neyînî li ser civakê dikin. Şer xizanî, krîza aborî, pevçûn, mirin, xwîn û rondikan tîne. Ev polîtîka zemînê ji cînayetên nefretê re ava dike. Ev hemû çavkaniya xwe ji şer digirin. Tifaqa AKP û MHP’ê vî şerî bi zanebûn mezin dike. Yanî agir dibin şer.”   ‘Divê partiya muxalefetê rola xwe bilîze’   Gulîstanê muxalefet jî rexne kir û ev nirxandin kir: “Li aliyekî dibêjin ew di xeta edalet, demokrasî û wekheviyê de ne. Li aliyê din jî dema mijar dibe Kurd, edalet, newekhevî nayê naskirin. Fatura neçareserkirina pirsgirêka Kurd li hemû civakê tê birîn. Divê ev bê dîtin. Divê partiyên muxalefetê rola xwe bilîze. Her naxwazin ev welat ji aliyê AKP û MHP’ê ve têk biçe divê demildest li dijî şer bibin xwedî helwest. Divê rola xwe bilîze. Wê hemû civak ji operasyonan zirarê bibîne. Ev wê zirarê bide hêzên demokrasî kesên wekhevî û azadiyê dixwazin. Wê zirarê bide Kurdan. Di şertên şer de azadî û maf nayên nasîn.”   'Operasyona dagirkirinê pêk hat'   Gulîstanê bertek nîşanê operasyonên dersînor da û got herêma mijara gotinê ye parçeyeke Kurdistanê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikûmeta Federal a Kurdistanê li dijî van operasyonan helwest negirt. Operayona li hemberê wir ji aliyê Kurdan ve rastî bertekeke mezin hat. Ev operasyonek dagirkirinê ye. Tirkiyeli wir baragehê çêdike, qerekolan ava dike. Ev operasyona berfirehkirina axê ye."   'Helwesta hikûmeta Başûr nayê qebûlkirin'   Gulîstan di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya neteweyî û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Helwesta hikûmeta Başûr nikare bê qebûlkirin. Divê Kurd û muxalîf li dijî operasyonan bibe xwedî helwest. Divê Kurdên her çar parçeyê Kurdistanê bi hestyarî tevbigerin, divê ji bo yekitiya netewî banga hestyariyê bê kirin. Divê Kurd pisgirêkên xwe di nav xwe de nîqaş bikin. Erdogan derket got ‘hûn dizanin bihayê guleyekê çiqas e?’ Pereyê diçe guleyan ji bêrîka gel derdikeve. Nanê sifreya gel biçûk dike. Divê em vê ji civakê re vebêjin. Divê em hemû gotina xwe bêjin, em kedê bidin.”