‘Pirsgirêka penaberan bi şandinê çareser nabe’ 2019-08-13 09:04:13   Habîbe Eren   ENQERE - Berdevka Komîsyona Penaberan a HDP’ê Gulsum Agaoglu, diyar kir ku penaberên ji bo bên dersînorkirin li navenda şûndeşandinê tên sekinandin rastî lêdan û îşkenceyê hatine û diyar kir şûnde vegerandin ne çareserî ye û got wê dema pêş de pêşniyara Wezareta Penaberan bikin.   Li gorî daneyên Wezareta Karê Hundir, li Tirkiyeyê 3 mîlyon û 622 hezar û 284 Sûriyeyiyên qeydkirî hene. Li gorî pisporan bi penaberên Suriyeyê yên ne qeydkirî jî ev hejmar nêzî 5 mîlyonan e.   Penaber heta îro li Tirkiyeyê rastî gelek zor û zehmetiyan hatin û hefteyeke jî bi bi zor dişînin welatên wan. Ji Midûriyeta Emniyeta Stenbolê re nivîs hat şandin û li gorî vê wê penaber teslîmî Midûriyeta Îdara Koçberiyê bên kirin. Walitiya Stenbolê jî hefteya borî daxuyaniyek da û da zanîn ku heta 20'ê tebaxê dem didin ku Suriyeyî vegerin bajarên ku lê qeydkirî ne.   Berdevka Komîsyona Penaberan a HDP’ê Gulsum Agaoglu, der barê şandina penaberan de axivî.   ‘Piştî daxuyaniya Soylu nêçîra pîrebokan dest pê kir’   Gulsumê daxuyakirin ku sînyalên şandina penaberan berê hatibû dayîn û got wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylu şîroveya wekî ‘Suriyeyî kesên terza jiyana xwe ferz dikin, aramiya Stenbolê xera dikin û pirsgirêkan derdixin’ kir. Gulsumê wiha got: “Wezîr bi hevkariya çapemeniyê gotina nefretê ji nû ve afirand û wiha got: “Walîtiyê gotibû ‘em qeyda Suriyeyî nakin’. Piştî daxuyaniya Soylu nêçîra pîrebokan a li hember penaberan dest pê kir.”   ‘Dikare nexweşî belav bibe’   Gulsumê bi lêv kir ku karkeriyên lewhayên erebî lêbûne hatine şopandin û penaberên li vir bi zor hatine girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Penaber di vê havînê de bi saetan di wesayetan de hatin sekinandin. Li gorî îdiayên walîtiyê şandina bajarên ku lê qeydkirî ne. Em dizanin ku ne wisa ye. Piranî tên dersînorkirin û hinek jî şandine navendên şandinê. Li navendên şûnde şandinê pirsgirêkên cidî hene û ji ber şertên ne hîjyenîk nexweşî dikare derkeve.”   ‘Ji navendên şandinê agahiya mirina jinekê hat’   Gulsumê destnîşan kir ku di rojên borî de li bajarekî sînor ku germahî gelek bilind e, agahiya ku jinekê jiyane xwe ji dest daye hatiye û ev tişt anî ziman: “Li navendan bi penaberan bi zor belga ‘ez dixwazim bixwe herim’ tê îmzekirin. Agahiyên ku penaber ji ber vê tên derbkirin û îşkencekirin hatin. Heta bi îfadeya wan 12 hezar kes, lê zêdetir kes hatine dersînorkirin.”   ‘Bazirganiya mirovan û pirsgirêk wê zêde bibin’   Gulsumê di berdewamiyê de da zanîn ku penaberên ji ber tirsa mirinê naxwazin vegerin welatên xwe ji ser Tirkiyeyê bi hevkariya kesên bazirganiya mirovan dikin hewl didin derbasî Yewnanîstanê bibin û got bi vê re wê bazirganiya mirovan û pirsgirêk zêde bibin. Gulsumê got desthilatdariyê piştî encamên hilbijartinê di polîtîka penaberan de guherîn kiriye û wiha pê de çû: “Dixwazin li Rojava û cihên jê re dibêjin Korîdorên Aştiyê, penaberên Ereb bicih bikin û vê herêmê bê Kurd bihêlin. Em penaberan an jî penabertiyê wek pirsgirêk nabînin. Divê şert û mercên şer ji holê rabin. Yek ji pirsgirêkên din jî kamp in. Ev kamp berê di bin bana AFAD’ê de bûn. Niha dewrê Îdareya Koçberiyê hatiye kirin. Lê nayê zanîn ku li kampan çi diqewime. Em ê ji bo avabûna wezareta penaberan pêşnûmeya qanûnê bibin meclîsê.”