HDP: Divê em welat ji tecrîdê rizgar bikin 2019-08-03 14:06:33   AMED -1'emîn Konferansa Navendî ya Rêxistinbûna HDP'ê li Amedê tê li dar xistin, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di konferansê de diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd divê gav bên avêtin û got: "Divê em bi hevre vî welatî ji tecrîdê rizgar bikin."    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 1'emîn Konferansa Navendî ya Rêxistinbûnê, li Navenda Kongre û Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. HDP, piştî li 7 herêman bi dirûşmeya “Em bi siyaseta demokratîk faşizmê hilweşînin, Tirkiyeyê demokratîk bikin" li dar xist niha jî 1'emîn Konferansa Navendî li dar xist. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk (HDK) Gulistan Kiliç Koçyigit û Sedat Şenoglu, Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk û hemû hevparên HDP'ê jî di navde nêzî 800 delege di konferansê de amade bûn. Konferans dê 2 rojan bidome.    'Em ê nexşerêya xwe aşkera bikin'    Konferans, bi rêzgirtinê dest pê kir. Ewil Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî axivî û wiha got: "Em ê têkoşînê bi rêxistin bikin. Stratejiya me ya beriya hilbijartina 31'ê adarê hişt ku îro em komxebatek wisa amade bikin. Ez piştî vê konferansa me ya 2 rojan bawer dikim ku piştî kongreyên me yên navçe û bajaran, wê bêtir bi hêz bibin. Me bi komxebatekê dest pê kir û piştre me li bajaran konferans li dar xistin. Me konferansa herêmê li dar xist. Niha jî em konferansa navendî li dar dixin. Em ê li vir hem pratîka xwe ya borî binirxînin û rexnedayînê bidin û hem jî em ê pêşeroja xwe diyar bikin. Em ê nexşerêya xwe ya rojên pêş diyar bikin."    'Bi sedan zarok hatin kuştin'   Sezaî, bal kişand ser komkujiya Şengalê û wiha axivî: "Îro 3'yê Tebaxê ye. 5 sal berê li Şengalê komkujî pêk hat. Zêdeyî 5 hezar Êzidî hatin kuştin. Jin hatin revandin û kirin kole. Li bazaran hatin firotin. Em vê êşê hêj di dilê xwe de diparêzin. Di vê mijarê de ne tenê DAÎŞ heye. Aqilê mezin ê sûc li pişt vê yekê heye. Ger ku îro li Rojhilata Navîn dojeha şer hebe û komkujî didome, ne tenê DAIŞ e. Li pişt vê yekê dewletên ku bêyî vîna gel esas bigirin şer dispêrin civakê ne. Rojek berê li Colemêrgê zarokêk 14 salî hat kuştin. Vedat Ekincî hat qetilkirin. Hêj kujerên Roboskî nehatine darizandin. Ji sala 1989’an heta niha bi hezaran zarok bi vî şeklî hatin kuştin. Tenê di serdema AKP'ê de bi sedan zarok hatin kuştin. Ceylan, Ugur Kaymaz û zarokên din hêj di aqilê me de ne."   'Bi tonan bombe dibarînin'   Sezaî, operasyona bi navê Pençe jî rexne kir û wiha lê zêde kir: "Di vê operasyonê de gelek mirovên masûm jiyana xwe ji dest dan. Neçar dimînin ku gundê xwe terk bikin. Bi tonan bombe dibarînin. Komkujî didome. Hêj salek berê ev rastî me li Efrinê dît û em jyan. Çeteyên OSO Efrîn dagir kirin. Gelê Efrînê ji cih û warên xwe koç kirin. Zêdeyî 200 hezar mirovên Efrînê warên xwe terk kirin. Yên li Efrînê û Şengalê komkujî kirin heman kes in. Em nabin şirîkê vî sûcî."    'Welat xistine di bin tecrîdê'   Sezaî, anî ziman ku wan pirtûka "Divê em çi bikin? danîne pêşiya xwe û ji bo jiyanê ji nûve ava bikin bi hevre ev pirtûk xwendin û wiha got: "Dem dema afirandinê ye. Berî her tiştî me bang li hemû gelê Tirkiye kir. Me got pirsgirêkên me hevpar in. Werin em bi hevre çareser bikin. Em bi hevre li bersîvan bigerin. Em bên cem hev em dikarin ava bikin. Divê em li dora îtîfaqa demokrasiyê kom bibin. Divê em bi hevre Makeqanûna demokratik ava bikin. Tecrîda mutlak a 4 salan hemû welat xistiye bin tecrîdê. Divê berî her tiştî em vî welatî ji tecrîdê rizgar bikin. Ger ku em welat ji hewaya tecrîdê rizgar bikin em dikarin rêya muzakereyan jî vekin. Ji ber vê yekê divê em tercîdê bi dawî bikin."