‘Dixwazin Licê vala bikin û bê mirov bihêlin’ 2019-07-27 09:13:01   Berîtan Canozer   AMED - Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik, da zanîn ku operasyonên leşkerî yên li hember Licê polîtîkin û wiha got: “Dixwazin Licê vala bikin û bê mirov bihêlin. Li dijî vê divê hemû kes xwedî li Licê û hemû bajarên Kurdistanê yên operasyon lê heye, derkevin.”   Li navçeya Licê ya Amedê operasyonên leşkerî bê navber berdewam dikin. Li navçeyê gelek kalekol hatin çêkirin, hema hema di têketina hemû gundan de leşker û cerdevan disekinin. Gel bi rehetî nikare bikeve gundên xwe û bi operasyonên 3-4 rojan carê tên kirin, bi ser malan de tên girtin, gundî tên binçavkirin. Di rojên borî de gundê Xanuk 12 saetan di bin dorpêça leşkeran de mabû û di serdegirtina malan de 2 kes hatibûn binçavkirin. Hevseroka HDP’ê ya Amedê Hulya Alokmen Uyanik operasyonên li dijî Licê nirxand.   ‘Herî zêde êrîş li Licê pêk tên’   Hulyayê daxuyakirin ku havîna 2019’an pêvajoya cuda derbas dike hilbijartinên herêmî li pey xwe hiştine û wiha got: “Pêvajoyeke bi zext û zor tê jiyîn. Li hember HDP’ê zext û êrîş hene. Komkujiyên xwezayî û çandî tên jiyîn, operasyonên dersînor tên jiyîn. Dewlet bi operasyonan li çareseriyê digere. Di heman demê de li Mêrdîn û Bismilê jî hevşaredar hatin binçavkirin. Ne tenê Bismil û Mêrdînê, li Stenbol, Îzmîr û gelek cihên din hevalên me tên binçavkirin û bi ser mala wan de tê girtin. Pirsgirêkê bi zextan çareser bikin. Cihên ku herî zêde êrîş lê tê jiyîn Licê ye. Demek dirêje li Licê operasyon tên kirin û bi taybet jî havînan vê dikin. Qedexe tên îlankirin, bi ser mala welatiyan de tê girtin.”   ‘Li Licê êrîşek polîtîk tê jiyîn’   Hulyayê destnîşan kir ku welatiyên havînan diçin gundê xwe çandiniyê dikin, ji ber zextên dewletê nikarin karê xwe bikin û wiha pê de çû: “Gundî tên mexdurkirin. Operasyonên tên kirin dibin sedema şewatan. Di şewatên daristanan de erd hemû dişewitin. Sewal tên qetilkirin. Xweza bi giştî tê kuştin. Bêguman em sedema van operasyonan dizanin. Dewlet bi salan e li hember Licê bi kîn e. Her tim di amadekariya operasyonan de ye. Tevî hemû israran ji bo çareseriyê pêngavê navêjin. Di hefteyên borî de li gund serdesgirtin pêk hatin û bav û kurê wî birîndar bûn, 6 kes hatin binçavkirin. Sê roj berê dîsa li gundekî 12 saet dorpêç hat kirin û ji gund 2 kes hatin binçavkirin. Li Licê êrîşek polîtîk tê jiyîn.”   ‘Em ê li dijî polîtîkayên şer têbikoşin’   Hulyayê daxuyakirin ku hewl tê dayîn Licê bê valakirin û bê mirov bê hiştin û got: “Li dijî vê divê hemû alî xwedî li Licê û bajarên Kurdistanê yên operasyon lê tên jiyîn derkevin.Li dijî van polîtîkayên şer, me di 22’ê cotmehê de mîtîngek pêk anî. Peyama gel û siyasetmedaran aştî bû. Divê hikûmet vê bibîne û li ber çavan bigire. Şer koçberiye, mexduriyete, xizaniye, têkçûna aboriya welate. Em ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin. Em ê di vê mijarê de israra xwe bidomînin.”