Hevşaredar Kezîban Yilmaz: Em ê bi gelê xwe re xebatê bimeşînin 2019-07-26 09:12:55   Rengîn Azîzoglu   AMED - Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz da zanîn ku nêzî 230 mîlyon deynê şaredariyê heye û wiha got: “Şaredariya me her çiqas ji betonê pêkan be jî rastî texrîbatek cidî hatiye. Em ê hemû bi hev re birînên şaredariya xwe bikewînin. Pirsgirêka aborî, texrîbata hatiye kirin çi dibe bila bibe em ê bi gelê xwe re xebatê bimeşînin.”   Di çarçoveya OHAL’ê de bi Biryarnameyên Hukma Kanûnî (KHK) re ji 102 şaredariyên DBP’ê li 95 heban qeyûm hat tayînkirin. Yek ji van şaredariyan jî şaredariya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Peyas a Amedê bû. Hevşaredarê wê jî piştî qeyûm hatin girtin. Piştî 2 sal û nîv pêvajoya qeyûm şûnde di 31’ê Adarê de di hilbijartinên herêmî de namzetên HDP’ê ji sedî 66,35 deng girt û şaredarî bidest xistin. Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz, xebatê xwe û zirarên ku di dema qeyûm de hatine jiyîn vegot.   ‘Bi zanebûn texrîbat hatin kirin’   Kezîbanê bi lêv kir ku piştî hatine hilbijartin, texrîbat, belavbûn û eletewşbûna di şaredariyê de dîtine û got hîna jî di avahiyeke ku wek şantiyeyê de faliyetan dimeşînin. Kezîbanê ev tişt vegot: “Avahiya şaredariyê bi tadîlateke ku lêçûna wê gelek zêde hatiye hiştin. Ji roja em hatin ser şardariyê, me dest bi lêkolînkirina pêvajoyeke du sal û nîvan kir. Di lêkolînên ku me pêk anîn de bi qasî ku me dîtiye, di şaredariyên ku qeyûm lê hatine bicihkirin de texrîbat pêk hatine û yek ji van jî ya Peyasê ye. Di lêkolînên alî kar û bar, îdarî û dosyayên hiqûqî de hatine kirin de, me dît ku nêzîkatiyeke taybet li hember Peyasê ye. Li gorî me sedema vê wiya ye: Şaredariya Peyasê ku wek şaredariya HDP’ê faliyet dimeşand, li Tirkiyeyê di nav şaredariyên ku bi butçe, hebûn û ji nûbûrê re vekiriye, bal dikişîne. Ji ber vê jî çawa qeyûm hat tayînkirin bi zanebûn xebatên texrîbatê hatine kirin.”   ‘Muhasebeya lêçûnan nehatiye kirin’   Kezîbanê destnîşan kir ku nelêrêtiyek mezin hatiye kirin, butçe li şûna ku ji bo xizmeta gel bê xerckirin, ji saziyên navendî yên hatine diyarkirin, ji saziyên ku faliyetên dewletê dimeşînin re hatiye şandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di hefteyên pêş de jî em ê derxin holê ku butçeya şaredariyê bi çawayî hatiye bikaranîn. Malê nayên barkirin ji bo kê hatiye tahsîskirin, an jî dewrê kê hatiye kirin, butça şaredariyê çawa hatiye dewrkirin, niha d içi rewşê de ye wê bi rayagiştî re parve bikin. Sedema me ya ku heta niha em dereng mane ev ku îhaleyên cidî hatine kirin, faliyetên lêçûnê hatine kirin, lê di vê pêvajoyê de hîna muhasebeya wan nehatiye kirin.”   ‘Hecîz danîn ser hesabên şaredariyê’   Kezîbanê daxuyakirin ku rewşa aboriya şaredariyê bi awayekî cidî xerabe û nêzî 230 mîlyon deynê şaredariyê heye û ev tişt bi lêv kir: “Ji sê bankayên cuda bi rêjeyek zêde kredî hat kişandin. Ji ber razandina van krediyan, pereyê ji paran dihat jî bi awayekî otomotîk dihat birîn. Ji ber mehane razandina krediyan zêde ye em pereyê karkeran jî di dema wê de nikarin bidin. Berê bi tu awayî deynê sîgorte û bacê ya personelan nehatiye razandin. Pirîmên sîgorteyê nehatiye razandin. Îro ji ber vê em di bin zexta daîreya bacê de ne. Şaredariya ku demekê gelek populer bû, niha di rewşa kavilê de ye.”   ‘Em ê planên xwe bi gel re pêk bînin’   Kezîbanê her wiha da zanîn ku dest bi amadekariya plana stratejîk ya 5 salan kirine û wiha pê de çû: “Me plana stratejîk a 5 salan, di encama tespîtkirina hewcedariyên gel de, bi hevkariya gel amade kirine. Em di rêbaza xebata hevpar a bi gel re, civînên gel, anket û çapemeniya civakî esas digirin. Em di plana xwe ya stratejîk de jî hinek projeyên xweser bicih dikin. Plan û bernameyên me yên ku em demek kurt de pêk bînin heye. Yek ji van projeya Navenda Jiyan a Bêasteng e. Em ê navenda xwe bi awayekî baştir û bi dîsîplîntir bidin meşandin.”   ‘Projeya me ya vekirina Naveda Piştgiriya Jinan heye’   Kezîbanê got di bin navê Bîlgî Evî de nêzî 7 avahiyên wan yên prefabrîk hene û got: “Wek hûn dizanin Navenda Çanda Cigerxwîn bi awayekî kêfî devrê Perwerda Neteweyî hat kirin. Ciwan ji qada çandê bêpar hatin hiştin. Em ê van avahiyên prefabrîk yekê bi heman formatê ji bo faliyetên çandî vekin. Projeya me ya Navenda Piştgiriya Jinan heye. Em ê vê projeya xwe di mehên pêş de bibin rojeva meclîsa xwe. Tevî hemû pisgirêkên aborî em ê xebatên xwe bimeşînin.”