Di 2018'an de li Tirkiyeyê 11 hezar û 629 zarok mirin 2019-07-25 16:14:43   MÊRDÎN - Li gorî îstatîstîka TUÎK'ê di sala 2018'an de li Tirkiye 11 hezar û 629 zarok jiyana xwe ji dest daye û herî zêde li Mêrdînê zarok jiyana xwe ji dest daye. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay, xwest ku Meclîs mijara mirina zarokan lêkolîn bike.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mêrdînê Ebrû Gunay, têkildarî zêdebûna mirina zarokan a li Mêrdînê ji meclîsê xwest ku meclîs vê mijarê lêkolîn bike.    Ebrû, anî ziman ku Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TÛÎK), di hezîranê de îstatîstîka mirinê ya sala 2018'an a Tirkiyeyê aşkere kir û wiha got: "Li gorî daneyên TUÎK'ê li Tirkiyeyê di sala 2017'an de 12 hezar û 118 zarok jiyana xwe ji dest dan û di sala 2018'an de 11 hezar û 629 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî vê rêjeyê di sala 2018'an de herî zêde zarokan li Mêrdînê jiyana xwe ji dest dane. Li Mêrdinê ji sedî 14,9 zarokan jiyana xwe ji dest daye."   Ebrû xwest meclîsa Tirkiyeyê li ser mijara mirina zarokan lêkolînê bike. Ebrû, xwest ji bo rê li pêş mirina zarokan bê girtin Meclîs Komîsyona Lêkolînê ava bike.