‘Wê Rêya Armûşê bibe bajarê jinan’ 2019-07-25 09:12:58     WAN - Hevşaredara Rêya Armûşê Şehzade Kurt, got ew dixwazin jin tevlî projeyên wan bibin, pêşniyarên xwe bikin û wiha got: “Em ê di planên xwe yên stratejîk de bi pêşniyarên we bajarên xwe bi teşe bikin. Wek me soz daye wê Rêya Armûşê bibe navçeya jinan.”   Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rêya Armûşê ya Wanê Şehzade Kurt da zanîn ku çawa qeyûm tayînê şaredariyan bûne ewil saziyên jinan pasîf kirine û ligel gelek aktîvîteyên civakî gelek xebatên din di dema Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) de hatine meşandin.   ‘Divê proje xîtabî jinan bike’   Şehzadeyê destnîşan kir ku navçeya herî qerebalix a bajar Rêya Armûşê ye û wiha pê de çû: “Nîvê nifûsê jî ji jinan pêk bê. Ji ber vê jî divê proje xîtabê jinan bikin. Bi qeyûman re xebatên jinan hedef hatin girtin. Ev ne tesaduf e. Qeyûman di şexsê jinan de xwestin civakê bikin kole. Ev pisgirêkek zîhniyetê bû. Em jî di hişmendiya van polîtîkan de tevdigerin û tu car ji têkoşîna xwe ya jinê tawîz nadin.”   ‘Em ê Rêya Armûşê veguherin navçeya jinan’   Şehzadeyê diyar kir ku wan soza ‘wê bikin navçeya jinan’ dane jinan û got ew ewil wê saziyên bê bandor hatine hiştin dîsa çalak bikin û hedefa wan ev e ku bi projeyên xurt ji jinan re xizmetê bikin. Her wiha Şehzadeyê got ew wê navçeya Rêya Armûşê veguherin navçeya jinan û wiha got:"Me carek din Midûriyetên Çand û Jinê aktîftir kir û nêzî 3 hefteyê li qadan dest bi kar kirin."    ‘Wê projeyên jinan bixin pratîkê'   Şehzadeyê di axaftina xwe de bal kişand ser bazar, kreş, Navenda Jiyanê ya Jinan û xebatên qadên civakî û wiha got: “Me Bazara Keda Jinê jî ya li TOKÎ’yên Sixkê çalaktir kir. Em ê bi projeya xwe ya nû bazarê firehtir bikin û em ê hewl bidin ku jin bi rêhitir bazara xwe bikin. Her wiha sererastkirina fîzîkî ya Navenda Jiyanê ya Jinan a MAYA’ jî dest pê kir. Li navendê em ê ji bo jin ji xebatên çand, civakî û tenduristiyê sûdê bigirin xebatên berfireh bidin meşandin. Her wiha tişta ji bo me girîng ji vekirina kreşa ne. Em ê dîsa li gelek taxan kreşan bixin pratîkê. Her wiha em ê di kreşan de perwerda bi zimanê dayikê bidin dest pê kirin. Zarok dê li vir dem derbas bikin û her wiha dê perwerdê jî bigirin."   'Ji bo jinan odeya mijandina pitikan bên çêkirin'   Şehzade, diyar kir ku armanc dikin ku faliyetên civakî, çandî, spor û hunerê bikin jiyanê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dê li parkan jî ji bo jinan odeyên mijandinê bên çêkirin. Wê jin bi rehetî zarokên xwe bimejînin. Em dixwazin projeyên xwe li gorî hewcedariyên jinan bi afirînin."   'Em ê bi jinan re xebatan bimeşînin'    Şahzeda, da zanîn ku dê bajarê xwe bi jinan re birêvebibin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em jinên ku hatin hilbijartin û her wiha jinên ku li vî bajarê dijîn tevlî xebatan bikin, peşniyarên jinan bigirin û plansaziya xwe li gorî hewcedariyên jinan derxin holê. Me di hilbijartinan de soz dabû şêniyên vî bajarî, em ê bihevre bajarê xwe bi rêvebibin. Li vir mafê gotina her kesî bi taybetî ya jinan heye. Em ê hewl bidin ku di nav 5 salan de Rêya Armuşê bikin bajarê jinan. Ji parkan heta jiyana pir zimanî, ji kursan heta atolyeyên pîşeyan em ê xizmetê bidin jinan."