‘Hevdîtinên bi Îmraliyê re wê Tirkiyeyê ji emperyalîzmê dûr bixin’ 2019-07-22 09:05:21   Melîke Aydin    ÎZMÎR - Îdîl Ugurlu ya HDP’î da zanîn ku AKP li şûna Tirkiyeyê demokratîk bike, ber bi şer û emperyalîzmê ve dibe û bedela vê jî wê dîsa gel bide û wiha got: “Li hember vê wê stratejiya rêya sêyemîn ya HDP’ê ji gelên Rojhilata Navîn re bibe mînak. Di alî pêşeroja Tirkiyeyê de hevdîtinên bi Îmraliyê re wê gelek girîng bin.   Endama Meclîsa Partiyê ya HDP’ê û yek ji namzetên parlametnerên Îzmîrê ya dema borî Îdîl Ugulur pêvajoya siyasî nirxand û da zanîn ku Tirkiyeya ku polîtîkayên şer dimeşîne, wê di navbera dewletên emperyalîst de bimîne û stratejiya rêya sêyemîn ya HDP’ê wê ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê mînak be.   Îdîlê diyar kir ku piştî hevdîtinên dawî yên bi Abdullah Ocalan re, dewletê wek berê dîsa ew wek muxatab qebûl kiriye û pêngavên ku desthilatdarî pê roja xwe xilas bike jî, bi daxuyaniyên Abdullah Ocalan vala derketine. Îdîlê daxuyakirin ku Abdullah Ocalan ji bo gelên li Tirkiyeyê dijîn û hemû aliyan parçeyeke çareseriyê ye û AKP jî li şûna çarseriyê pergalên parastinê yên hewayî yên S-400 digire û polîtîkaya bikuje ji nûve datîne holê.   Îdîlê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Kesên Tirkiyeyê bi rêve dibin wê navberek mezin bikin navbera gelan. Ev jî mezinbûna kaosa li Tirkiyeyê nîşan dide. Di pratîkê de ji xwe muxatabgirtina Abdullah Ocalan heye. Tirkiye dibe ku bikeve tengasiyekê. Bi siyaseta demokratîk re dikare ji vê pêvajoya şer bê derketin. Tirkiye dikare bikeve pêvajoyeke çareseriyê ya nû. Desthilatdarî û partiyên muxalefetê ji tu tiştî re nabin çareserî. Di demên diyarkirî de hinek fîgur dertên pêş, partiyên nû ava dikin û hewl didin pêvajoyê bimeşînin. Ev jî tê wateya dubarekirinê.”   ‘Rêya sêyem a HDP’ê dikare bikeve jiyanê’   Îdîlê her wiha destnîşan kir ku bilindbûna HDP’ê ya di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bûne nîşaneya ku nûneriya gelan e û got: “ Parlamenter û bi hezaran HDP’î di girtîgehê de ne. Ger ev zext rabin rêya sêyem a HDP’ê dikare bikeve jiyanê. Ji bo ji bin lepê emperyalîzmê xilasî çêbe divê hevdîtinên bi Îmraliyê re bên destpêkirin.”