HDP dê li 5 herêman mîtîngê li dar bixe 2019-07-18 12:27:15   ENQERE - Rêxistina HDP'ê wê ji bo "Makeqanûna Demokratîk" civînên gel pêk bîne. Di çarçoveya civînên gel de wê ji bo aştiyeke bi rûmet û mayinde dê li Amed, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Îzmîrê bi dirûşma "Ji şer re na, ji muzakereya demokratîk û aştiya bi rûmet re hema niha" mîtîngan li dar bixin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) encamnameya civîna 10'ê tîrmehê ku bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî û endamên meclîsa HDP'ê li Amedê pêk hat bi raya giştî re parve kir. HDP'ê di encamnameyê de diyar kir ku wê li dijî tecridê û faşîzmê heta dawiyê têbikoşin û wê îktîdarê dawetî demokrasiyê bikin. HDP'ê anî ziman ku ji bo îktîdarê bikişînin nava daxwazên civakê yên demokrasî, aştî û azadiyê bi îktîdarê van daxwazan bidin qebûlkirin wê têkoşîna xwe bilind bikin. Her wiha li Amed, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Îzmîrê bi dirûşma "Ji şer re na, ji muzakereya demokratîk û aştiya bi rûmet re hema niha" dê mîtîngan li dar bixin.    Encamnameya HDP'ê wiha ye;    “* HDP, ji bo berpirsiyariya Îtîfaqa Demokrasiyê bi hêz bibe çi bikeve ser milê wê dê bike.    * Wê seferberiya me ya rêxistinbûnê bê navber bidome. Rêxistinên me yên navçe û bajaran kampanya endamtiyê daye destpêkirin.    * Pirsgirêka Tirkiyeyê ya sereke nebûna makeqanûna demokratîk e. Partiya me ji bo makeqanûna demokratîk ku gelan û baweriyên cuda dixe nava xwe dest bi xebatê kiriye. HDP wê qakeqanûna li ser Lihevhatina civakê esas bigire.    * Wekî HDP'ê ji bo makeqanûna demokartîk çi berpirsiyarî têkeve ser milê wan wê bike. Ji bo paketa ‘Reforma Darazê wê fikr û nerînên rêxistinên civakên demokratîk bistinin.    * HDP ji bo kesên ji ber fikrên xwe û gotinên xwe hatin girtin bên berdan, ji bo rojnameger, siyasetmedar, hiqûqnas, parazvanên mafên mirovan, akademîsyen xwendekarên zanîngehê karibin ji ber fikrên xwe û îfadeyên xwe yên tên darizandin û girtin, di bin navê ‘Ji siyaseta demokratîk û Ramanê re azadî" we kampanya bidin destpêkirin. Civînên gel û mîtîngan li dar bixin û kampanyayê îmzeyan bidin despêkirin.    * Li dijî krîza aborî ji bo re li pêş xizanî û betaliyê bigirin wê pergala kooperatîfan, komînên aborî, torên piştevaniyê û hwd bi rêxistin bikin .   * Li dijî polîtîkayên şer ji bo aştiyeke mayinde û demokratîk we civînên gel, panel, gotibêj û mîtîngan li dar bixin. Di vê çarçoveyê de wê li Amed, Stenbol, Wan, Mêrsîn û Îzmîrê mîtîngên bi dirûşmeya "Ji şer re na, ji muzakereya demokratîk û aştiya bi rûmet re hema niha" mîtîngan li dar bixin. Mîtînga ewil di 22'ê tîrmeha 2019'an de wê li Amedê dest pê bike. Di 1'ê Îlonê de jî wê li gelek bajarên cuda mîtînên bajaran li dar bixin."