Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Em ê bi pêşengiya guherîna civakî xebatê bimeşînin 2019-07-18 09:11:01   ENQERE - Berdevka Jinan û Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, zêdebûna şîdeta li ser jinan nirxand û got meclîsên jinan di 21’ê mehê de tên cem hev û wiha got: “Em ê têkoşîna xwe li ser rêxistinbûna li ser jinan û li dijî şîdetê bimeşînin. Tabloyeke bi xof li pêş me ye. Divê jin demildest xurt bibin û hem jî kampanyayê bimeşînin. Divê jin tevlî kampanyayê bibin û ji bo guherîna civakî pêşengiyê bikin.”   Şîdeta li ser jinan her diçe zêde dibe. Jin ji aliyê mêrên ku nêzî wan e rastî şîdetê tên. Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê û berdevka jinan Dîlan Dîrayet Taşdemîr der barê şîdeta li ser jinê de nirxandin kir.   Dîrayetê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê der barê şîdeta li ser jinan de îstatîstîk tune ye û navendeke cidî ya vê nîqaş bike tune ye. Dîrayetê wiha got: “Em bi qasî ku di çapemeniyê derdikeve û bi xebatên rêxistinên jinan ji şîdetê agahdar dibin. Em hîna jî li Tirkiyeyê rêjeya jinên hatine qetilkirin nizanin. Lêkolîneke Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî hebû. 4-5 sal berê bû. Pêşnûmeyeke parlamenterên me hebûn. Wê demê hat bersivandin ku şîdeta li ser jinê ji hezarî 400 zêde bûye.”   ‘Em bi polîtîkayên faşîst re rû bi rû ne’   Dîrayetê destnîşan kir ku jin li her derê rastî şîdeta mêr tên û ev şîdet ne tesaduf e û wiha got: “Di 10 salên dawî de şîdeta li ser jinê bêperwa bûye. Ev jî wek polîtîka AKP’ê dikare bê nasîn. Em mudaxaleya cidî ya AKP’ê li hember jinan dibînin. Li Kurdistanê hêza rêxistinkirî ya jinan hedef hat girtin. Bi riya qeyûman hewl hat dayîn bê tasfiyekirin. Em dem bi dem polîtîkayên ku êdî faşîzm jî derbas kiriye dijîn. Em bi polîtîkayên ku mêr esas digirin re hatine rû hev. Li şûna şîdeta li ser jinan bê sekinandin, polîtîkayên ku rêxistinbûna jinan hedef digirin dikevin jiyanê.”   ‘Tehemulî rêxistinbûna jinan nakin’   Dîrayetê daxuyakirin ku îro tenê jinên kedkarên malê nayên qetilkirin, îro hiqûq jî wek parçeyeke zîhniyeta serdest ya mêr tê meşandin û wiha got: “Nêzîkatiya edaletê ya mêr mijara gotinê ye. Em dizanin ku pozîsyona merciyên biryarê, helwesta li wir ji zîhniyeta serdest a mêr ne dûr in. Gelek jinên parastina rewa dikin û naxwazin bimirin, bi destê daraza mêr ji jiyana xwe dibin û jiyana wan bi feraseta mêr ya biryara hiqûqê teşe dike. Yanî li hember îdeolojiya jinan êrîşeke mijara gotinê ye. Divê hemû jin li qadan ji bo rêxistinbûna xwe xurt bikin bên cem hev.”   Dîrayetê di dawiya axaftina xwe de bi şîara ‘Em ji bo azadiyê xwe rêxistin dikin’ li Enqereyê konferansekê wê pêk bînin û wiha dawî lê anî: “Em ê têkoşîna xwe li ser rêxistinbûna jinan û li dijî şîdetê bimeşînin. Tabloyeke bi xof li pêş me ye. Divê jin demildest xurt bibin û hem jî kampanyayê bimeşînin. Divê jin tevlî kampanyayê bibin û ji bo guherîna civakî pêşengiyê bikin.”